Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

”Morala pêşmergeyan bilind e”

Hat weşandin måndag 17 oktober 2016 kl 16.00
”Xelk ji hatina terorîstan ditirse”
(6:45 min)
,
1 av 2
.
2 av 2
Wêne: Pontus Lundahl/TT

Êrîşa bi hêz ya rizgarkirina Mûsilê li dar e û ta nuha hêza Pêşmerge heft gundên derdora Mûsilê rizgar kirine. Wezîra karûbarê derve ya Swêdê, Margot Wallström, liberçavgirtina rewşa miletê sîvîl giring dibîne.

-Ev demeke ku ev êrîş hatiye pîlan kirin. Herdem giring e ku li rewşa miletê sîvîl bêne nerîn û ev yeka hatiye kirin. Beriya destpêka vê hêrîşê, milet hate hişiyar kirin. Wallström herweha dibêje ku giring e planeke bi rêkûpêk bo Mûsilê piştî rizgarkirina bajarî bêne danîn.  

Pêşmerge, Rizgar Kêsteyî, yê berê li Swêdê dijiya ev du sal e beşdarî şerê li hember Daiş e li deşta Mûsilê. Ta nuha, piştî êrîşa ku ji şevê din de ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destê grûpa teroristî ya, Dewlata islamî, Daişê, destpê kiriye, heft gundên derdora bajarî bi destê hêza Pêşmergeyan hatine rizgarkirin. Rizgar Kêsteyî derbarê rewşê dibêje ku morala pêşmergeyan di vî şerî de bilind e.

Bi giştî milet ji vê êrîşê re amade bûn lê di heman demê de jî agahdarî heye ku wê bi vê êrîşê re jî pêleke nû ya penaberan ji Mûsilê berê xwe bide başûrê Kurdistanê.

Ya vê carê xelkê ditirsîne ew e ku endamên grûpa terorîstî ya Daişê bi miletê sîvîl yê Mûsilê re derbasî herêma Kurdistanê bibin.

Herweha Xesraw Goran, serokê lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê di parlaman Iraqê de ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re radighîne ku bi giştî nerîneke geşbîn di nav milet de derbarê vê êrîşa bi hêz ya rizgarkirina Mûsilê heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".