Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Di herêmên mezin de nûnerên hilbijartî dê winda bibin

Hat weşandin tisdag 25 oktober 2016 kl 11.58
"Ev problemeke demokrasiyê ye."
(1:27 min)
 Grafik: Liv Widell / Sveriges Radio
Wêne: Grafik: Liv Widell / Sveriges Radio

Her çiqasî ku partiyên hevbend li dijî bin dîsa jî hêviya hikûmetê ew e ku heta 2019an sê herêmên mezin ên nû yên îdareyê dê li Swêdê werine ava kirin. Ev hin encaman jî bi xwe re tîne.

Encameke ku ev guhertin dê bi xwe re bîne kêmbûna hejmara nûnerên hilbijartî ye.

Hans Ekströmê sosyaldemokrat li parlamenê endamê desteya qanûna bingehîn e. Ew dibêje bi vê guhertinê re heye hejmareke mezin a şaredariyan nûnerên xwe yên ku gel hilbijartine winda bikin û ev kêşeyeke demokrasiyê bi xwe re tîne.

Îro di temamê meclîsên parêzgehan de 1678 nûnerên hilbijartî hene. Lê bi guhertinê re heye ev hejmar bi awayekî gran kêm bibe. Li gor lêkolînerê demokrasiyê David Karlsson jî dema hejmara siyasetmedaran kêm bibe îmkana temsîlkirin û têkiliya bi gel re jî kêm dibe.

Bo mînak eger herêma mezin Svealand hejmara nûnerên xwe weke ya vêga bihêle û ti nûneran ji beşên nû yên ku pêve têne girêdan negire hejmara nûneran dê ji 458an dakeve 149an.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".