Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kontrola ser sînor bo bazara karî nebaş e

Hat weşandin torsdag 27 oktober 2016 kl 08.36
Divê kontrola ser sînoran were rakirin
(1:59 min)
Kontrol
Anders Åkesson dide zanîn ku ti wateya dirêjkirina wextê kontrolên ser sînoran nîn e

Hikumet plan dike kontrola ser sînorê Swêd û Danîmarkayê berdewam bike. Lê ev ne bi dilê Partiya Jîngehê (M) ya herêma Skånayê ye û daxwaz dike ku ev kontrol werin bi dawî bibin.

Nûnerê Partiya Jîngehê yê herêma Skånayê Anders Åkesson dibêje:

  • Ez bawer im ku ji bo dirêjkirina kontrola ser sînoran ti sedem nîn in. Ev yek ji bo bazara karî ya Skånayê negatîv e. Ew kesên ku her roj siwarî trênan dibin û diçin û tên ji ber vê tesîreke nebaş dibînin. Bi ya min ji bo bidawîkirina kontrola ser sînoran ev sedemeke baş e.

Biryara hikumetê ya kontrola nasnameyan a ser sînor bi koça mezin a ber bi Ewrûpayê ve hate qebûl kirin. Lê vêga tê texmîn kirin ku ev ê were dirêjkirin. Hikûmet ji bo ku rêwiyên ku her roj di navbera Swêd û Danîmarkayê de diçin û tên kêmtir tesîrê bibînin li çareseriyan digere. Yek ji wan ew e ku heye kontrol di trênan de werine pêk anîn da ku trên belasebeb li stasyonê neyêne sekinandin.

Nils Karlsson nûnerê Partiya Jîngehê ya şaredariya Mamöyê jî diyar dike ku ew ji bo berjewendiya Malmöyiyan diaxife û dibêje:

  • Divê çareyek were dîtin ku bazara herêma Skånayê motîve bike û ber bi başiyê ve bibe.

Wezîrê navxweyî Anders Ygeman jî dibêje hîn dirêjkirina kontrola ser sînoran nehatiye qebul kirin, ew ê hefteya pêşiya me ya were qebulkirin yan jî na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".