Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bromander ji wezîfa xwe hat avêtin

Hat weşandin torsdag 27 oktober 2016 kl 10.27
Di vê rewşê de ezê çawa jê bawer bim
(1:50 min)
Anna Johansson
Anna Johansson ji ber krîza li ser kar misteşarê xwe yê wezaretê ji kar avêt

Wezîra Binesaziyê (Infrastrukturminister ) Anna Johansson ji ber krîza li ser kar misteşarê xwe yê wezaretê ji kar avêt, vê yekê şîrovekarê siyaseta navxweyî ya Ekotê Fredrik Furtenbach dibêje.

Piştî ku rojnameya Dagens Nyheter eşkere kir ku Erik Bromander gelek caran seyahatên biha pêkanîne û ev ji kîsê dewletê dane, ew ji karê xwe yê misteşariya wezareta Binesaziyê tê avêtin.

Erik Bromander li ser rewşa xwe li ser malpera hikumetê vê dinivîse.

  • Divê wezîr Anna Johansson ji sedî sed bi min bawer be da ju weke kesê herî nêzîkê wê her roj di her mijarê de ez karibim alîkariya wê biki. Lê mixabin ev êdî ne wisa ye.

Li ser vê beşa nûçeyan a Radyoya Swêdê Ekot li Johansson geriya. Sekreterê wê ragihand ku wezîr Johansson pêncşemê nayê kar û ji ber vê yekê nikare li ser mîsyona xwe şîroveyê bike.

Lê Anna Johansson doh êvarê ji rojnameya Dagens Nyheterê re vê got:

  • Erik Bromander wekî mişteşar karekî pirr baş kir. Ew di karê xwe de zana û pispor e û gelek piştgiriya me kir. Lê divê sedî sedî baweriya me bi wî bê. Lê di vê rewşê de ewê çawa be, ez vê nizanim. Anna Johansson doh bi şev ji DNê re gotiye ku ew Erik Bromander ji kar diavêje.

Rojnameya Dagens Nyheterê derxitibû holê  ku Bromander seyahatên karî û seyahatên xwe taybet tevlihev kiribûn. Wî qayîdeyên hikumetê binpê kirine û hikumet derbarê wî de dest bi lêpirsînê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".