Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Faîza repoyê weke xwe dimîne

Hat weşandin torsdag 27 oktober 2016 kl 13.49
Heye faîz kêmtir jî bibe.
(1:04 min)
Stefan Ingves chef för Riksbanken.
Stefan Ingves, midûrê Banka Navendî. Wêne: TT

Banka Navendî ya Swêdê, Riksbanken, îro li ser faîza repoyê daxuyabiyek da. Li gor agahiyên ku midûrê Banka Navendî Stefan Ingves îro eşkere dike faîza repoyê ya ku bi awayekî rekor bin sifirê re 0,5 e dê weke xwe bimîne.

Ingves herwiha diyar kir ku ev ê heta destpêka sala 2018an wiha bimîne û îhtimala kêmtirkirina nû jî mezintir xuya dike. Heye bi guhertineke nû ev bibe 0,6.

Ji meha 2an a 2015an ve ye ku Banka Navendî faîza repoyê di bin sifirê de digire. Armanca vê zêdekirina enflasyonê ye, Banka Navendî dixwaze enflasyonê bike ji sedî 2, lê xuya ye gihîştina vê hedefê zehmet e, bi taybetî ji ber ku enflasyon li welatên derdora Swêdê kêm e.

Faîza repoyê faîza ku Banka Navendî ji bo deynên xwe yên li bankên din lê dide ye. Ev tesîrê li faîza ku bankên din li deynên mişteriyên xwe didin jî dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".