Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Hebûna kal û pîran a di nav jiyana karî de feyde ye

Hat weşandin fredag 28 oktober 2016 kl 10.20
Kar û xebat bo başiya mirovan e
(1:52 min)
Arbetsmiljöverket
Li gorî raporek nû karkirina kesên kal û pîr hem ji bo wan û hem jî ji bo bazara karî bi feyde ye Wêne: Pontus Lundahl/TT, Markus Eriksson/Sveriges Radio, Fredrik Sandberg/TT

Daîreya çavdêriya jîngeha karî (Arbetsmiljöverket) bi raporeke nû dide zanîn ku kar û xebatkirina kal û pîran a di temenekî zêde de, ji bo tendûristiya wan baş e û bi vî rengî ew xwe baştir hîs dikin.

Teqawîtekî bi navê Sture Wernet ê 67 salî li ser vê raporê vê dibêje:

  • Hema bêje ku ez dikarim li ser dar û êzingan her tiştî çêbikim. Wekî mînak, dikarim mitbex, derî, pencere û dîwaran ava bikim. Gelek xweş e ku mirov  bi tiştekî mijûl be. Mirov xwe baş hîs dike dema kar dike. Lê dema mirov tenê rûne û tiştekî neke, mirov xwe ketî hîs dike.

Gelekê me gelek dirêj dijîn. Gelek ji me hildibijêrin ku ew di emrên mezin de jî karên xwe bidomînin.

Ji ber vê Daîreya çavdêriya jîngeha karî ji bo xebatkarên pîr lêkolînan çêdike. Ev jî nîşan dide ku dema mirov piştî teqewîdiyê jî kar bike ev tesîreke pozîtîv li tenduristiya mirov dike. Herçiqasî ku mirov ji aliyê fizîkî ve bêqewet bibe jî heta 70 saliyê ti tesîreke negatîv a berbiçav li ser mejiyê û aqlê mirov nabe.

Profesor Eva Vingård ku li zanîngeha Uppsalayê ye, dibêje:

  • Ji bo em debara xwe bikin, em dişixulin. Kar di heman demê de avahiya jiyana me ya civakî ye. Em pê dibin xwedî nasname û ev yek jî ji bo mirovan girîng e. 
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".