Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

7 sal cezayê zindanîkirinê lê hat birîn

Hat weşandin fredag 28 oktober 2016 kl 11.30
Vî zilamî 114 keçik tacîz kirine
(1:27 min)
Brot
Zilamê pedofîl ku li ser înternetê qîzikan aciz dikir, îro bi heft sal cezayê girtîngehê hate cezakirin Wêne: Thomas Johansson/TT

Zilamê 47 salî ku li ser înternetê ji keçikên temenbiçûk wêneyên tazî û rût dixestin îro hate darizandin. Zilamê ku li Swêdê wek pedofîlê ser înternetê tê nasîn, îro bi heft sal cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Ev cezayê herî mezin ên ji bo sûcên li ser înternetê yê li Swêdê ye ku ji bo wî hatiye birîn. Sûcê ku zilêm pê tê cezakirin jî mînaka herî mezin a di vî warî de ye, heta niha 114 keçikên ku vî zilamî tacîz kirine derketine holê. Pirraniya keçikên ku zirar ji vî zilamî dîtine di navbera 12 û 14 salan de ne. 

Rojnamevanê Ekotê yê dadgehan Joel Wendle diyar dike ku dadgehê îro saet 11an vî zilamî bi heft sal cezayê girtîgehê mehkûm dike.

  • Ev sûcên giran in. Wî kiriye ku keçikên temenbiçûk li ser înternetê bi rêya Skype û KIKê xwe tazî kirine û hereketên cinsî li ser xwe kirine. Zarokan gotiye qey ev kurek an jî keçeke di temenê wan de ye. Haya wan jê nebûye ku ev zilamek e.  

Zilam hin beşan ji îdiayan qebûl dike, lê hinan jî red dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".