Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Papa Franciscus serdana Swêdê dike

Hat weşandin måndag 31 oktober 2016 kl 09.00
"Papa reformasyonê pîroz dike."
(4:50 min)
Papa Franciskus
Papa Franciscus Wêne: Alessandra Tarantino/TT.

Îro serokê dînî yê cîhana katolîk Papa Franciscus dest bi serdana xwe ya li Swêdê dike. Serdana Papa ji gelek aliyan ve gelekî girîng û dîrokî tê dîtin. Bi taybetî ji ber ku ev weke nîşaneke lihevhatina katolîk û protestanan tê hesibandin.

Îro roja ku Papayê katolîkan tê welatê protestan Swêdê salvegera destpêka tevgera reformasyona katolîkiyê ya ji aliyê Martin Luther ve ye.

Destpêka salên 1500î cîhana katolîk bi rexneyên Martin Luther ên li ser dîn û rola dêrê ya di civakê de ji hev qetiya û mezheb û dêrên protestan ên weke Lutheranîzmê derketine holê. Belavbûn û reformkirina dêrê hîç rehet derbas nebû. Dîroka di navbera dêra katolîk û protestan de tijî şer û pevçûn e. Ev guhertin a ku katolîk ber dikevin û pê xemgîn dibin ji aliyê protestanan ve tê pîroz kirin. Lê îsal ji bo cara yekem nûnerên herdu mezheban dê reformasyonê bi hev re pîroz bikin û ev tiştekî dîrokî ye.

Tema ya ku di civîna herdu mezheban de tê hildan ”ji îxtilafê ber bi yekîtiyê” ye. Nûnerên herdu mezheban ên li Lund û Malmöyê civînê bi rê ve dibin. Papa dê herwiha tevlî pîrozkirina salvegera reformasyonê jî bibe.

Lê ma gelo çima vêga fikrên levhatinê zêdetir têne rojevê? Papa Franciscusê niha bi eslê xwe ji Arjentîn e û hejmara payebilindên derveyî Ewropayê yên li Vatîkanê ji berê gelektir e û êdî cemaeta prostestan a herî mezin jî ne li Ewropayê ye. Li gor midûrê kevin ê ekûmenîk ê Dêra swêdî Christopher Meakin loma êdî tesîra ewropiyan a li ser dêra katolîk kêmtir bûye li şûna bûyerên xerab ên dînî yên di dîroka Ewropayê de dêr li pêşerojeke hevbeş a biaşitî digere.

Meakin dibêje êdî mirov nikare bêje ku tiştên ku ji bo dêrên ewropî girîng in ji bo dêrên din ên cîhanê jî girîng in û dê giraniyê bidine ser fikrên wan.

Li gor sefîrê kevin ê Vatîkanê Fredrik Vahlquist ev hewaya lihevhatinê herwiha bi destê Papa Franciscus bi xwe tê afirandin.

Vahlquist dibêje ez bawer dikim dema Papa biryar da were Swêdê gelek kesên katolîk bi vê kêfxweş bûn lê herwiha gelek payebilindên katolîk jî li dijî vê fikirîne û gotine êdî vêga Papa sînoran nas nake. Lê ji xwe Papayê niha bi pêşvebirin û guhertinên xwe yên pozîtîv navdar e.

Ma gelo serdana Papa ji bo cemaeta katolîkan a biçûk a li Swêdê tê çi maneyê. Keşeyê cemaeta katolîkan a Stockholmê John McCormack diyar dike ku di serî de wan bihîst ku Papa dê tenê rojekê li Swêdê bimîne û vê yekê ew xemgîn kirin, lê dema me bihîst ku ew ê ayînekê pêk bîne em kêfxweş bû.

McCormack dibêje me got ma çima Papa nikare hinekî dirêjtir bimîne û ayînekê bi me re pêk bîne. Em li Swêdê cemaeteke gelekî biçûk in û serdaneke wiha moral dide me.

Ew di heman demê de çend gotina li ser têkiliyên katolîk û protestanên li Swêdê jî dibêje û diyar dike ku berê di salên 1970 û 80î de têkiliya wan zindîtir bû. Wan bi hev re ayîn çê dikirin û çûn û hatina wan bi ser hev de hebû, lê vêga ev nemaye.

Îro li saet dido û nîvan ayîna ku pîrozbahiyên 500 saliya reformasyona protestan dide dest pê kirin bi beşdariya Papa, sermetrana Dêra Swêdê Antje Jackelén, sekreterê giştî yê cemaeta protestan a cîhanê Martin Junge tê li dar xisitin.

Herwiha mîr û mîrbanûya Swêdê jî di nav de zêdeyî 350 kesên girîng beşdarî ayînê dibin. Di nav wan de du nûnerên misilman jî hene,  Bejzat Becirov serokê Islamic Center a li Malmö û Shaykh Salahuddin Barakat melayê Islamakademin a li Malmöyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".