Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sînorek ji bo alîkariya dêûbavan ku nû hatine Swêdê tê danîn

Hat weşandin fredag 28 oktober 2016 kl 16.21
Bi vî rengî ewê jî bikevin nav civakê
(1:06 min)
Föräldrarpenning
Wezîra Sîgortaya Civakî Annika Strandhäll û lêkolîner Lars Arhenius Wêne: Marcus Ericsson/TT

Hikumeta Swêdê ji bo entegrasyona dêûbavên ku nû hatine Swêdê pêşniyaz dike ku ew kêmtir rojên izna dêûbaviyê bigirin da ku zûtir bikevine nav civakê û bazara karî.

Dêûbavên ku tevî zarokên xwe hatine Swêdê û zarokan wan du salên xwe tije kirine dê tenê karibin izna 100 rojan werbigirin. 

Lêkolîner Lars Arhenius ku li ser vê mijarê lêkolînê dike, dibêje:

--Ez di wê fikrê de me ku ji bo entegrasyona dêûbavên ku nû hatine Swêdê ev ê çareseriyeke maqûl be. Bi vî rengî ew ê jî karibin kar bikin û bikevin nav civakê.

Wezîra Sîgortaya Civakî Annika Strandhäll (S) dibêje:

  • Ev pêşniyaza me wergirtiye gelekî baş e. Biya min ewê bibe parçeyeke girîng ji bo baştirkirina entegrekirina dêûbavan a li Swêdê.
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".