Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Spor

"Gotinên barkirina Upplands Väsbyê ne rast in"

Hat weşandin måndag 31 oktober 2016 kl 10.27
Ramazan Kizil: Hevdîtinên cidî bi Uppsala re hene.
(1:37 min)
Dalkurd supportrar
Alîgirên Dalkurdê. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Rojnameya Expressenê bi nûçeyekê dinivîse ku Dalkurd ê bar nike Upplands Väsbyê, lê serokê klûbê Ramazan Kizil dibêje tiştekî wisa nîne û me ti hevdîtin bi şaredariya Upplands Väsbyê pêk neanîne.

Hê biharê Dalkurdê ragihand ku ew ji bo tîmê li cihekî nû digerin.  Asta stadiuma ku Dalkurd li Borlänge bi kar tîne ne li gor asta ku tîm tê de dilîze ye û şaredariya Borlängeyê naxweze stadiumê li gor pêdiviyên tîmê pêşve bibe. Loma Dalkurdê biryara barkirina cihekî nû da ku dikare pêdiviyên wan bi cih bîne.

Midûrê sprotîv ê Dalkurdê Adil Kizil ji rojnameyê re dibêje rast e ku Upplands Väsby cihek ji yên di lîsteya wan de ye û eger ew bar bikine wir ew ê karibin stadiuma Vilundavallenê pêşve bixin û bi kar bînin. Lê serokê klûbê ji Radyoya Swêdê re dibêje ti hevdîtin bi Upplands Väsbyê re nehatine pêk anîn û em li ser Uppsala û Borlängeyê disekinin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".