Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Bazara xaniyan

Kirîna xaniyan a bo penaberan dikare tesîrê li bazarê bike

Hat weşandin måndag 31 oktober 2016 kl 11.47
"Hejmar ê zêde bibe."
(1:39 min)
Bostadsrätter TT
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Şaredarî ji bo penaberan lê bi cih bikin xaniyan dikirin û heye ev bihayê xaniyan zêde bike. Piştî qanûneke nû ku destûrê dide vê biharê dest pê kir heta niha nêzîkî 20 şaredariyan xanî kirîne da ku peyre kirê bikine penaberan.

Lê heye ev tesîreke negatîv li bazara kirîna xaniyan bike û bihayê xaniyan zêde bibe. Analîstê şirketa statîstîkên ser bazara xaniyan Mäklarstatistikê Per-Arne Sandegren dibêje meha 6an a îsal şaredariya Vallentunaya li bakûrê Stockholmê ji sê behran behreka xaniyên di bazarê de kirîn. Sandegren dibêje wê demê bazara xaniyan ji bo demeke bisînor jî be ji vê tesîrê dibîne.

Heta niha nêzîkî 20 şaredariyan xanî kirîne, lê li gor Rêxistina şaredarî û parêzgehên Swêdê ev hejmar ê zêdetir bibe û nêzîkî 30 şaredarî ji vêga ve plan dikin xaniyan bikirin. Herî zêde jî şaredariyên herêma Stockholmê dixwazin xaniyan bikirin.

Dema Radyoya Swêdê ji şaredariya Vallentunayê dipirse ew dibêjin wan ev xanî li gor bazarê erzan kirîne. Lê Per-Arne Sandegren diyar dike ku ev ne rast e û loma rîskek ji bo bazara xaniyan heye.

Seroka rêveberiya şaredariya Vallentunayê Parisa Liljestrand dibêje ku wisa be ev ne baş e û em ê di salên bê de bihayekî wiha ji bo xaniyan nedin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".