Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zivistan bi rastî tê: Berf di rê de ye

Hat weşandin måndag 31 oktober 2016 kl 13.46
Di navbera 20 û 40 cm de berf tê payîn.
(0:44 min)
sdltae99a7e
Di navbera 20 û 40 santîmetreyan de berf tê texmîn kirin. Wêne: Magnus Hjalmarson Neideman/SvD/T.

Îşev, şeva navbera duşem û sêşemê, li Dalarna, Värmland û Gävleborgê rîskeke mezin a barîna berfê heye. Daîreya Meteorojiyê, SMHI, radigihîne ku heye di navbera 20 û 40 santîmetreyan de berf bibare.

Ji Daîreya Meteorolojiyê Marcus Sjöstedt, diyar dike ku ser Svealandê re fişara nizim derbas dibe û hewaya li vê herêmê sar e loma heye mîqdareke mezin a berfê bi xwe re bîne.

Daîreya Meteorolojiyê ji bo zozanên Dalarnayê îqaza sinifa 1em dike. Ev tê wê maneyê ku heye di 12 saetan de 10 santîmetre berf bibare û ev jî ji bo rêyan rîska şemitandinê derdixe holê. Ji bo beşên din ên Dalarnayê jî îqaza sinifa 2an tê dan ku tê wê maneyê ku di 12 saetan de 20 santîmetre berf dikare bibare. Ev dikare tesîreke gelekî xerab li trafîka erebeyan bike û kêşeyan di xetên elektrîk û telefonan de derxe holê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".