Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wallenberg weke mirî tê qebûl kirin

Hat weşandin måndag 31 oktober 2016 kl 16.45
Raoul Wallenberg at his office in Budapest. File Photo: TT.
Raoul Wallenberg li ofîsa xwe ya li Budapest.TT.

Qehremanê swêdî Raoul Wallenberg ku bi dehhezaran cihû ji naziyan xelas kirin ji aliyê Daîreya Bacê ve weke mirî tê qeyd kirin.  Ev di rojnameya Expressenê de tê ragihandin. Daîre dê wî ji roja 31ê meha 6an sala 1952an ve weke mirî qebûl bike.

Raoul Wallenberg di dawiya şerê cîhanê yê duyem de bi dehhezaran cihû ji destê naziyan xelas kiribûn û loma li Swêdê weke qehreman tê dîtin. Ew sala 1945an ji aliyê leşkerên Sovyetê ve hate girtin û ji hingî ve serwinda ye. Windabûna wî hêjî weke sirekê ye û nehatiye zelal kirin. Rûs îdia dikin ku ew hatiye kuştin an jî sala 1947an di zindanê de miriye. Ti delîl û belge li ser vê mijarê nehatine bi dest xistin.

Nûnerê Wallenberg xwestiye ku ew weke mirî were qeyd kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".