Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Piştgîriya ji bo KD kêm bûye

Hat weşandin tisdag 1 november 2016 kl 09.21
"Ew nikarin stratejiyek saxlem peyda bikin"
(1:12 min)
KD
Seroka partiya Demokratên Xiristiyan Ebba Busch Thor Wêne: Janerik Henriksson/TT

Partiya Demokratên Xiristiyan (KD) gelek caran hewl da ku rê û rêbazên xwe biguhere da ku bala hilbijêrên xwe bikşîne ser xwe. Lê diyare ev yeka hilbijêrên partiyê tirsandiye.

Nuha piştgîriya ji bo partiye bi hêz daketiye û geheştiye kêmtirî asta ji sedî çar.

Edîtora rojnameya Kristna Dagen, Elisabeth Sandlund, diyar dike ku ev yek ne ecêb e. Ew dibêje me di dema ku li ser koalîsyonê lêkolînan çêdikir, me ev dîtibû. Ev ne rûdanek bi tena serê xwe ye di nav ewqas rûdanan de.

Eger hilbijartin îro pêkbihata partiya Xiristiyanên Demokrat bi tenê ji sedî 2.8 wê deng anîbana. Ev jî nuha xerabtirîn hejmar e di nav partiyên koalîsyonê Swêdê de.

Şîrovekarê Radyoya Swêdê yê beşa Ekotê, Fredrik Furtenbach, destnîşan dike ku sedemek mezin ku Xiristiyanên Demokrat wekî partiyek biçûk dimîne ew e ku hertim di nav parlamenê de partiyên mezin ên mûxalîf hene. Ew nikarin stratejîkyek saxlem peyda bikin û xwe li gorî wê birêvebibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".