Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi hezaran kes ji bo dîtina Papa civiyane

Hat weşandin tisdag 1 november 2016 kl 10.31
Papa tevî bi hezarana kesan diayan dike
(1:03 min)
Papa Swedbank Arena
Papa di duyemîn roja serdana xwe de îro li Malmöyê bi tevî hezaran kesan diayan dike Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Serdana Papa ya Swêdê berdewam e. Îro bi hezaran xiristiyanên katolîk li Swedbank Arena li Malmöyê dicivin ji bo beşdarbûna di civîna diakirinê de ya ku Papa tê de xutibê dide.

Ev civîna bilind a katolîkan ji bo bawermendên katolîk pirr muhîm e, bi taybetî bi beşdariya Papa Franciskus, yê ji bo katolîkan serokê rûhî yê herî bilind e li cîhanê ye.

Yek ji sermetranên Swêdê Antje Jackelén hatina Papa û kombûna katolîkan bi van gotinan tîne zimên:

-Em keniyan û me hêsrê çavan rijandin. Em kêfxweş bûn. Tenê dêr dikare vî tiştî pêkbîne.

Doh li Malmoyê pênc hezar mirov amade bûn û li ser kuçe û kolanan jî 10 hezar mirov ji bo beşdariya diayên komî amade bûn. Lê îro di dema destpêka diayan de ev hejmar du carî zêdê bûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".