Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Roja cîhanî ya Kobanî li Stockhomê tê bibîranîn

Hat weşandin tisdag 1 november 2016 kl 13.51
Ew dixwazin bala swêdiyan ser bikşînin Kobanî
(1:42 min)
Kobani
1ê meha 11an roja cîhanî ya Kobanî ye.

Îro 1ê meha yazdehan, november, roja cîhanî ya Kobanî ye. Kobanî piştî serketina hêzên kurdî û koalîsyona navneteweyî li hember rêxistina terorîstî ya Dewleta Islamî, Daiş, bû sîmbola têkoşînê.

Îro 1 meha yazdehan, november, roja cîhanî ya Kobanî ye. Kobanî piştî serketina hêzên kurdî û koalîsyona navneteweyî li hember rêxistina terorîstî ya Dewleta Islamî, Daiş, bû sîmbola têkoşînê.

Di van rojên dawî de ev roja cîhanî li gelek bajarên Swêdê bi çalakiyên cuda hate bibîranîn. 

Di sala 2014an de, Daiş, bi hemû hêzên xwe êrîşê bajarê Kobanî kir. Lê Kobanî bi berxwedana şervanên kurd û bi alîkariya hêzên koalîsyona navneteweyî bi ser ket.

Ji bo roja cîhanî ya Kobanî hema hema li her derê cîhanê xwepêşandan têne lidarxistin. Îro êvarî saet 18:00 li devera Mariatorget kurdên Stockholmê kom dibin. Berpirsa Karên derve ya Navenda Çanda Demokratîk a Kurd (NÇDK) Kurdê Kasirga, bi amadekirina vê xwepêşandanê radibe, vê radigihîne:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".