Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Siyasetvanên swêdî girtina Kışanak û Anli şermezar dikin

Hat weşandin tisdag 1 november 2016 kl 15.38
Ev kirinên Tirkiyê li dijî demokrasiyê tehdîd e
(1:35 min)
Diyarbekir
Şaredariya Diyarbekirê ji alî polîsan ve hatiye girtin Wêne: ILYAS AKENGIN

Nerazîbûnên li dijî girtina hevserokên şaredariya Diyarbekirê Gültan Kışanak û Firat Anli didomin. 30 endamên birêvebiriya şaredariyan ji partiya Sosyaldemokratan bi daxuyaniyekê girtina van siyasetmedaran şermezar dikin.

Di vê daxuyaniyê de ev 30 endamên birêvebiriya şaredariyan bêdengiya Swêdê, Yekîtiya Ewrûpayê û civaka navneteweyî binpêkirina mafan ku li Tirkiyê pêktên, rexne dikin.

Ew destnîşan dikin ku civaka navneteweyî nabe ku li hember ewqasî bêedaletiyan ku Tirkiyê li dijî şaredariyan pêktên bêdeng bîmînin. Li gor wan ev tehdîd û gef e li hember demokrasiyê û mafê azadiya derbirîna bîrûbaweriyan.

Di daxuyaniya siyasetmedarên swêdî de ev daxwaz cî digrin:

”Divê hevserokên Gültan Kışanak ve Fırat Anlı werin berdan”

”Divê hemû hevserokên şaredariyan werin berdan û îmkan were dayîn ku ew wekî kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin karê xwe bikin.”

”Divê hikumeta tirk dawî li girtina kesên mûxalîf û rojnamevanan bîne”

Hêjayê gotinê ye beriya bi çend deqeyan hevşaredarên Diyarbekirê Gültan Kışanak ve Fırat Anlı ku hatine girtin, ji wezîfê hatin girtin û li şûna wan qeymeqamekî bi navê Atilla wekî qeyûm hate wezîfedarkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".