Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kesên siwarî trênan dibin ji ber kontrolan bêzar bûne

Hat weşandin onsdag 2 november 2016 kl 08.52
Löfvén: Xelkê wê herêmê rastî neheqiyê tên
(1:28 min)
Öresund
Xelkê herêma Öresundê di dema kontrola nasnameyan de dixwazin ji bo wan çareseriyek were dîtin Wêne: Erland Vinberg/TT

Kontrola ser sînoran bi taybetî li herêma Öresundê ji bo wan kesên ku her roj bi trênan hatûço dikin, zehmet e. Ji ber vê jî lêkolînek nû hat kirin.

Enstîtuya Öresundê belav kir ku ew kesên ku bi trênan her roj di navbera Swêd û Danîmarkayê de diçin û tên, ji ber vê kirinê rastî neheqiyan tên.

Serokwezîrê Swêdê û Danîmarkayê li ser çareseriya vê mijarê roja sêşemê hevdîtinek pêkanîn.

Stefan Löfvén serokwezîrê Swêdê li ser vê mijarê dibêje:

  • Em niha lê temaşe dikin ka gelo mirov çawa dikare vê kirinê lezgîntir bike. Halê hazir kontrola nasnameyan ji bo wan kesên ku bi trênan diçin û tên nebaş e û wexta wan tê xwarin.

Li gorî raporê kontrola nasnameyan bi awayek xerab tesîrê li wan kesan dike.

Her wiha ji sedî 80 kesên ku bi trênan hatûço dikin, li karek din digerin an jî dixwazin malên xwe bar kin şûna karî.

Li gorî qanûnan heqê Swêdê ya kontrolkirina ser sînoran heta roja îniyê ye. Lê heta niha biryarek nehatiye girtin ka kontrola ser sînoran bimîne an jî na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".