Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dirêjkirina kontrola nasnameyan sê mehên din dirêj dibe

Hat weşandin onsdag 2 november 2016 kl 12.59
Êş û azara xelkê herêmê berdewam e
(1:13 min)
En person håller fram med ett pass, och personer kontrollerar pass vid gränsen mellan Sverige och Danmkark.
Wextê kontrola nasnameyan ên li ser sînor îro sê mehên din jî hate dirêjkirin Wêne: Johan Nilsson/TT

Hikumeta Swêdê îro biryar da ku kontrola nasnameyan ên li ser sînor sê mehên din jî were dirêjkirin. Lê zehmetiya ew kesên ku hatûçoya trênan dikin, wê berdewam be.

Li gorî wezîra Bînesaziyê Anna Johanssons ev biryar di civîna wezîran de hatiye girtin û dibêje:

  • Ji ber beşek pirr cûda yê hiqûqê ye, di pratîkê de pêkanîna wê zehmet e. Kî dikare bi temamî bi awayek rast kontrolan pêkbîne. Birêvebirên vê meselê û polîs dikarin vî barî bigrin ser milên xwe. Lê polîs nikarin li nav axa Danîmarkayê tevbigerin.

Wezîra berê ya Edaletê Beatrice Ask (M) diyar dike ku hikumet hertim biryarên ku pêwîst in digre. Lê Ask ji ber ku çareseriyek ji bo wan kesên ku bi trênan diçin û tên peyda nekiriye, rexne li hikumetê digre.

Siyasetvana herêmî ji partiya Liberalan (L) Cristina Glad diyar dike ku ew ji bo çareseriya seyehata xelkê herêmê dikarin gelek pêşniyazan bikin lê pêşniyazên tên kirin li parlemena Swêdê nayên qebulkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".