Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek penaberên nû dibin xwedî şîrket

Hat weşandin torsdag 3 november 2016 kl 09.01
Me ji sifirê destpêkir
(1:29 min)
Många nyanlända väljer att starta företag i Halland.
Li herêma Halland gelek penaberên nû dixwazin bibin xwediyên karên xwe Wêne: Muhamed Ferhatovic/Sveriges Radio.

Vekirina şîrketan bala gelek penaberên ku nû hatine Hallandê dikşîne. Daîreya Karî jî vê yekê tesdîq dike ku gelek penaberên nû şirketan vedikin.

Wekî mînak Beşar El-Şebabî beriya sê mehan şîrxaneyek vekiriye vê dibêje:

--Em hatine welatekî nû. Û me li vir ji sifirê yanî ji nebûnê destpêkir. Ji ber vê ez gelek kêyfxweş im. Em li cihê xwe şîrên ku distînin, li şûşeyan tije dikin û dişînin nav bazarê.

Di heman demê de Daîreya Karî bi hemaran nîşan dide ku li Hanllandê ew kesên ku nû hatine herêmê û ji bo vekirina şîrketekê serî li alîkariya aborî dane di nav salekê de ji sedî 40 derbas kiriye.

Şirîkê şîrketê yê bi navê Almî jî behsa vê dike û bi qasî ku ew dizane li vî herêmî 110 penaberên nû ji bo vekirina şîketa xwe alîkarî xwestine.

Xwediya şîrketek din Hend Al Kier ku li Falkenberg restorantek vekiriye kêfxweşiya xwe tîne zimên û behsa dijwariya nezaniya ziman dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".