Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ew kare bi tawana peydakirina kesan ji Daiş re mehkûm bibe

Hat weşandin torsdag 3 november 2016 kl 12.00
Hussain jî bi wî kesî re hate girtin
(0:57 min)
Ubaydullah Hussain
Ubaydullah Hussain ji ber alîkarîkirina rêxistina terorîstî Daiş'ê li Norwecê tê darizandin Wêne: Vidar Ruud/NTB scanpix/TT

Îro li Osloyê pêvajoya mehkemekirina islamiyê binavûdeng rêxistina terorîstî ya Daiş’ê , Ubaydullah Hussain, destpêdike.

Li gorî agahiyên ber dest li welatên bakûr ev yekemîn car e ku alîgirekî rêxistina terorîstî tê darizandin. 

Ubaydullah Hussain ji ber alîkarîkirina Daişê û şandina mirovan a nav Daişê tê sûcdarkirin.

Di meha hezîrana 2015an de ciwanekî 18 salî yê Norwecî li balafirgeha Landvetter li Göteborg hatibû girtin. Li gorî polîsên îstîxbaratê Swêdê (SÄPO) ev kes li ser rêya Sûrî bû ji bo tevlî rêxistina terorîstî ya Daiş bibe. 

Dema ev kurê 18 salî hate girtin Ubaydullah Hussain jî bi wî re bû. 

Ubaydullah Hussain heta niha du kes şandine nav Daiş’ê. Ev kesê ku li Göteborg jî hatiye girtin yek ji wan du kesan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".