Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rewşa karmendan li bazara karî baştir bûye

Hat weşandin fredag 4 november 2016 kl 08.27
Rewşa bazara karî ji bo karmendan vêga baş e.
(1:57 min)
arbetsplats
 Rewşa Swêdê li gorî salên par ji bo karmendan di warê peydakirina karek nû de baştir bûye. Wêne: Jessica Gow/TT

Bazara karî ji bo karmendan baştir dibe. Di çaryeka yekem a îsal de li gor par karmendên ku ji kar hatine derandin nêzîkî ji sedî 30 kêm bûye.

Serokê Dezgeha Ewlekariyê (TRR Trygghetsrådet) Lennart Hedström dibêje:

  • Em dikarin bêjin ku Swêd piştî krîza aborî ya sala 2007-2008 niha di bazara karî de di dema xwe ya herî biqewet de ye. Rewş ji bo karmendan baştir bûye û em dikarin bêjin ku bi giştî piştî 6 mehan karmendên ji kar hatine derandin dikarin karekî nû peyda kirin.

Îsal tevî meha îlonê heşt hezar karmend bi piştgiriya TRR, li kar geriyan. Ji her 10 kesên ku alîkarî ji TRR standine 8 kesan karekî nû peyda kiriye.

Lê di dawiya salê de ji ber ketina qiymeta şîrketa Ericssonê tesîrek negatîv li ser bazara karî dibe. Şîrketa telekomê ya Erîcssonê bi giştî 3.000 karmandên xwe ji kar diderîne. Lê dibe ku ew niha di cihên baştir de kar peyda bikin.

  •  Kesên ku dê tesîrê jikarderxitina Ericssonê bibînin belkî li ser vê nafikirin, lê rewşa bazara karî ji bo karmendan vêga baş e. Eger em li jikarderxistinên berê yên Ericcsonê binêrin, bo mînak fabrîkayên Hudiksvall û Gävleyê em dibînin ku ji sedî 90-95 karmendên wê demê çareseriyek dîtine,  dibêje Lennart Hedström.
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".