Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wallström girtina HDPyiyan şermezar dike

Hat weşandin fredag 4 november 2016 kl 11.01
Wallström: Ev nîşana armancên xerab e.
(3:14 min)
HDP

Doh bi şev herdu serokên partiyê jî di nav de 11 endamên parlamentoyê yên HDP li Tirkiyeyê hatine girtin. Vê biharê parastina li ser endamên parlamentoyê yên HDPyî hatibû hilandin û lêpirsîn li ser wan hatibû dest pê kirin.

Doh bi şev bi behaneya ku ew ji bo îfadedanê neçûne cem polîs herdu serokên partiyê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdag jî di nav de 11 HDPyî hatine girtin. Wezîra karûbarên derve ya Swêdê Margot Wallström li ser vê bûyerê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera hikûmetê diweşîne. Ew diyar dike ku girtina van siyasetmedaran endîşeyên mezin bi wan re çê dike û divê ew werine berdan.

Wallström herwiha qala girtina serokên şaredariyan yên HDPyî û rojnamevanan jî dike û diyar dike ku ev tev bi hev re girêdayî ne. Hebûna medyaya azad û muxalefetê ji bo demokrasiyê pêwîstiyên sereke ne. Loma ev girtin nîşana armancên xerab e.

Margot Wallström diyar dike ku divê hevdîtinên bi PKKê re careke din dest pê bikin û herwiha hemû welatên Yekîtiya Ewropayê bi hev re tevbigerin da ku mafên mirovan li Tirkiyeyê neyêne bin pê kirin.

Yekî din ji siyasetmedarên swêdî ku nerazîbûna xwe nîşan dide serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt e. Ew di hevpeyvîneke bi kanala SVTê re dibêje HDP berdevka herî mezin a mafên kurdan e û girtina siyasetmedarên partiyê perçiqandina demokrasiyê ye.

Sjöstedt dibêje divê Yekîtiya Ewropayê û Swêd li dijî van girtinan derkevin û Swêd bi dest xwe re sefîrê xwe yê Tirkiyeyê bikişîne malê.

Sjöstedt herwiha diyar dike ku bi peymana penaberan ya bi YE re Tirkiye bawer dike ku wan dest û piyên YE girêdane û ew çi bixwazin dikarin bikin. Erdogan vê rewşê bi kar tîne û muxalefeta demokratîk û çapemeniyê bêdeng dike û şideta li ser kurdan zêdetir dike. Loma divê ev peyman were betal kirin da ku Tirkiye zanibe ku bêyî azadî û demokrasiya navxweyî ti hevkarî pêk nayê.

Ew dibêje mirov nikare bi dewleteke ku ber bi dîktatoriyê ve diçe hevkariyê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".