Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qezencên li ser refahê tên lêkolînkirin

Hat weşandin fredag 4 november 2016 kl 12.14
Pêşnîyazên bi vî rengî berê hatibûn, redkirin
(2:02 min)
Man
Wêne: HENRIK MONTGOMERY / TT

Piraniya hilbijêran dibêjin şaşe eger qezenc di birêvebiriya dibistanan de hebe. Lê li hêla din erênî li qezencên warên din ên refahê dinerin, wekî warê lênerîna tendûristiyê.

Di salên dawî de qezencên li ser refahê bûye pirsek mezin ku li ser nîqaşên mezin tên kirin. Partiyên Swêdê dixwazin qezencên bi vî rengî sînordar bikin ji ber vê çend pêşniyazên cûda amade kirine ku pêşkeşî hikumetê bikin. 

Roja sêşemê pêşniyaza ku hikumet li ser qezenca refahê lêkolînê bide destpêkirin. Tê xwestin ku qezencên ku ji refahê têne bidestxistin, werin sînorkirin. Lê pêşnîyazên bi vî rengî berê hatibûn, redkirin. 

Lêkolînerê civakî Ilmar Reepalus ku li ser vê mijarê pêşniyazek amade kiriye û li pêşniyaza Sosyaldemokratan (S) temaşe kiriye, dibêje ji bo vê pêdivi li karmendên pispor hene.  

Li gor agahiyên Ekotê ji bo mirov karibe qezencên refahê yên şîrketên taybet bişopîne, divê mirov xwedî îznek taybet be.

Partiya Çep (V) ku helwesta şîrketên taybet wekî tehdîd dinirxîne, dibêje kesên ku vê yekê birêve dibin, dixwazin bi yekê kêmtir pereyan bidin.

Pêşniyaza Partiya Jîngehê (Miljöparti) ku hatiye lêkolîn kirin tê gotin ku dikare armanca şîrketan ne te qezenkirin be, lê divê werin ser peymana esasî û jê dûr nekevin.

Hefteya borî seroka Moderatan (M) Anna Kinberg Batra pêşniyazek din kiribû.

--Ez ji bo Swêdê dixwazim peymanek berfireh bibînim. Li şûna daxwazên qirase divê em li dijî hîlekaran tedbîrên dijwar bigrin.

Piştî ku lêkolîn were kirin û pêşniyazê hikumetê were kirin, wê hikumet li ser sînorkirina qezenca refaê biryarek bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".