Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Wezareta karûbarên derve ya Swêdê

Sefîrê tirk xwestiye cem xwe

Hat weşandin fredag 4 november 2016 kl 16.00
Sedema bangkirinê HDP ye.
(0:52 min)
UD kallar
Wezareta karûbarên derve ya Swêdê sefîrê tirk xwestiye cem xwe. Wêne: SR/TT

Wezareta karûbarên derve ya swêdî sefîrê tirk ê li Stockholmê xwestiye cem xwe. Rojnameya Aftonbladetê dinivîse ku wan ev agahî ji wezaretê bi xwe girtiye.

Civîna bi sefîrê tirk re îro, roja înê, pêk hatiye. Berpirsê çapemeniyê yê wezaretê Patric Nilsson naxwaze diyar bike ka di civînê de çi hatiye gotin, lê tê texmîn kirin ku bûyera girtina siyasetmedarên HDPê sedema vê bangkirinê ye.

Girtina HDPyiyan a li Tirkiyeyê li seranserê welatên Yekîtiya Ewropayê deng vedide û Almanya jî di nav de gelek welat nerazîbûna xwe nîşan didin û bûyerê şermezar dikin.

Serê sibehê wezîra karûbarên derve ya swêdî Margot Wallström bi daxuyaniyeke nivîskî bûyer şermezar kiribû. Diyar e ku herwiha bi rêya bangkirina sefîrê tirk Swêd nerazîbûna xwe nîşanî Tirkiyeyê daye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".