Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ziman astengî ye ji bo akademîsiyenên biyanî

Hat weşandin måndag 7 november 2016 kl 10.23
"Ziman kilîd e"
(2:07 min)
Bastian Khalil från Syrien kom in på sin drömutbning med hjälp av valideringen.
Bastian Khalil från Syrien kom in på sin drömutbning med hjälp av valideringen. Wêne: Dimitri Lennartsson/Sveriges Radio

Lawaziya ziman rê li ber akademîsiyenên nûhatine Swêdê digire yên dixwazin not û dereceyên xwe li zanîngehên Swêdê bikarbînin.

Ji ber vê çendîn zanîngeh û unîversîte nuha dest bi perwerdeyên taybetî yên ziman dikin.

Wekî nimûne li beşê ji bo zanistiya komputerê li unîversîteya Linné dora 30 penaberî serî li perwerdeyê da dema derfeta guncandin û bikaranîna notên wan  ji wan re pêşkêş bû.

Ev derbarê wan kesan e yên ji ber sebebên cuda xwendina xwe berdewam nekirine yan belgeya fermî ya dereceyan li wan nebin û ji ber wê xwedî zanistiyên din in yên ku ew dixwazin wergerînin sîstema swêdî. Ew jî ji bo ku karibin li Swêdê xwendina xwe berdewam bikin yan jî perwerdeya xwe tekmîl bikin.

Lê di dawîyê de ji van 30 kesan çendek tenê hatin qebûl kirin. Û sebebê herî mezin lawazî û kêmasiyên zimanê swêdî bû.

Li gor grûpa pirsên penaberan li yekîtiya unîversîte û zanîngehên Swêdê, li gelek zanîngehan rewş heman e.

-Ziman kilîd e. Jesper Andersson, mûdîrê beşê zanistiya komputerê li unîversîteya Linné, dibêje bê swêdî û ingilîzî rewş li Swêdê gelekî zehmet e.

Yek ji kêm kesên hatine qebûlkirin ji bo xwendinê Bastian Khalil e ji Sûrî yê beriya sê salan hate Swêdê.

- Ez gelekî kêfxweshim. Ji ber ji bo min xewn e ku ez wê bixwînim ya ez jê hez dikim.

Bi pirbûna penaberan re tên payin ku wê hejmara wan yên dixwazin perwerdeya xwe berdewam bikin jî bêhtir bibe.

Û ji ber vê yekê gelek zanîngeh li ser pirsa ziman radiwestin û wê dest bi korsên taybetî yên ziman bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".