Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kurdên Swêdê girtina parlamenterên Kurd şermezar kirin

Hat weşandin måndag 7 november 2016 kl 11.31
"Dest nedin hilbijêrên me"
(2:48 min)
Kerderna Stockholm
Kurdên Swêdê bi meşek girseyî daxwaza serbestberdana hevserok û parlamenterên HDP’ê dikin Wêne: Privat / Avan Saleh

Kurdên Swêdê bi armanca şermezarkirina girtina hevserokên HDP’ê Selahattin Demirtas,Figen Yuksekdag û parlamenterên din li paytext Stockholmê meşek mezin lidarxistin.

Roja şemiyê bi hezaran Kurdên Swêdê li ser banga Navenda Çanda Demokratîk a Kurd, Meclisa Jinên Amara û Ciwanên Azad li Humlegårdenê kombûn.

Kurdên Swêdê di meşê de pankartek ku li ser ”Dest nede hilbijêrên me” vekirin û ji bo azadiya hevserokên HDP’ê û parlamenterên HDP’ê sloganan gotin.

Di meşê de nûnerên partiyên siyasî yên Swêdê jî amade bûn.

Meşa dirêj ku li Humlegårdenê destpêkiribû li navenda bajêr li Sergelstorg’yê bi dawî bû.

Girseya gel ku li vî meydanî kom bûn, bi daxuyaniyek çapemeniyê raya giştî ya Swêdê ji rûdanên li Tirkiyê û neheqiyên ku li Kurdan tên kirin, agahdar kirin.

Parlamenterê partiya Çep (V) Hans Linde li vir axivî û girtina parlamenteran şermezar kir.

  • Eger hilbijêrên gel tên girtin, êdî divê em bêjin bes e. Divê Ewrûpa peymanen endamtiya Tirkiyê betal bike. Divê Enqere mafê mirovan nas bike û hurmeta xwe jê re nîşan bide. Divê peymana penaxwaza were betal kirin û divê ji vir kronekî jî neçe ji Enqerê re.

Hevserokê PYD’ê jî Salih Muslim ku di vê meşê de bû weha axivî:

Hêjayê gotine ye bi heman armancî li bajarên Göteborg, Malmö û Örebroyê jî çalakiyên Kurdên Swêdê hebûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".