Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şîdeta li ser xebatkarên tendûristiyê zêde dibin

Hat weşandin måndag 7 november 2016 kl 14.08
Te dît ku yek hat û kursî li camê xist
(1:05 min)
Sjukhuset
Xebatkarên tendûristiyê ji ber gef û tehdîdan xwe wek nexweş dinivisinin Wêne: Magnus Hjalmarson Neideman/SvD/T

Di salên dawî de tehdîd û şîdet li dijî xebatkarên tenduristiyê zêdetir dibin. Hemşire Annelie Drevstam-Norling bûye şahida bûyerek şîdetî li nexweşxaneya Södersjukhusetê.

Gelek ji xebatkarên tendûristiyê ji ber tehdîd û gefan xwe wek nexweş dinivisînin.

Hemşire Norling ku li beşa acilê ya Södersjukhusetê dixebite, diyar dike ew di karê xwe de bûye şahida bûyerên şîdetî.

  • Dema mirov li ser kasayê ye, te dî yek hat û ji ber sekna dirêj dest avêt kursî û kursî bi camê ve xistin. Carinan diqîrin û dibêjin "Gelo em ji bo ku tu rûnê, zikatê didin ? "

Hejmarên Dezgeha Jîngeha Karî (Arbetsmiljöverkets) nîşan dide ku li Stockholmê 274 xebatkaran 173 xebatkar rastî tehdîd û gefan hatine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".