Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sîstema alîkarîkirina medyayê tê guhertin

Hat weşandin måndag 7 november 2016 kl 15.59
Medya nivîskî her diçe kêmtir dibe
(2:03 min)
Madia
Wezîra Çand û Demokrasiyê Alice Bah Kuhnke û lêkolîner Anette Novak Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Wezîra Çand û Demokrasiyê Alice Bah Kuhnke îro bi konferansek çapemeniyê Lêkolîna Medyayê ku ev demeke dirêj e ji alîyê Anette Tovak tê amadekirin qebûl kir.   

Pêşnîyazek lêkolînê ew e ku navê alîkarîya aborî ya ji bo çapemenîyê (Presstödet) biguherînîn û bikin piştgiriya medyayê (Mediestöd). Her weha ewê ji xeynî rojnameyên  çapkirî piştgiriya berhemên din yên rojnamevaniyê jî bikin.

Di lêkolînê de hatiye tespîkirin ku ji ber dîjîtalbûna rojnameyan medya nivîskî her diçe kêmtir dibe. Ji ber vê jî, wan biryar dane ku piştgiriya medyaya dîjîtal jî bikin.

Ji ber vê yekê alîkarîya ji bo medyayê hetanî 2020an 165 milyon kronî tê zedekirîn û dibe 732 miljon kronî. Ev alîkarî wê salane be. Alîkarî dê tenê nedin rojnameyên têne çapkirin lê her weha were dayîn ji bo rojnameyên belaş, ajansên wêneyan û berhemên dîjîtalî ku kêmasî ji sedî 60ê naveroka wê li redaksîyonek hatîye amadekirin.

Anette Novak di lêkolîna xwe de her weha balê dikşîne ser kêmbûna hatina aboriyê ya çapemenîyê. Zerara rojnameyan a pênc salên derbasbûyî 3,5 milyar kron e. Di heman demê de hejmara rojnamevanên ku li çapemenîya girêdayî rêxistina karbidestên Tidningsutgivarna kar dikin jî ji 5 200 kesî daketîye 3 900 kesî.

Anette Novak dibêje wan her weha anketek di nav xelkê de çêkiriye û li wir dîtine ku xwesteka ji bo kirîna berhemên rojnamevanî hîna jî gelekî mezin e. Nêzî nîvê xelkê amadeye ku bi pere berhemên rojnamevaniyê bikire. Asta xwesteka jinan ji ya mêran bilindtir e.

Lê tiştê xemgîn ew e ku baldarîya ji bo rojnamegerîya herêmî (lokal) her diçe kêmtir dibe û herî kêm jî ciwan bi rojnamevaniya lokal eleqedar in, asta wan tenê ji sedî 16 ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".