Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daîreya Karî karmendên xwe zêde dike

Hat weşandin tisdag 8 november 2016 kl 09.21
Daîreya karî dixwaze xizmeta xwe mezintir bike
(1:55 min)
Arbetsförmedlingen
Daîreya Karî ji ber zêdebûna bêkaran a ji ber hatina nû ya penaberan dixwaze karmendên xwe zêde bike Wêne: Jessica Gow/TT

Daîreya Karî (Arbetförmenlingen) bi hatina mihacirên nû re ku mafê rûniştinê girtine û kar û barên wê zêdê bûne, biryar da ku bi sedan kesan bigre kar.

Hejmara kesên li Daîreya Karî têne keydkirin mehane ji 2.500 heta 4.000’î kesî zêde dibe, dema mirov vî hejmarî bi biharê re miqayes dike û diyar dibe ku, niha ew du qat zêdetir bi kar û barên bêkaran re eleqedar dibe.

Şefê entegrasyonê ya Daîreya Karî Roj Melchert diyar dike ku ew li bendê ne ev hejmar sala bê zêdetir be.

  • Erka me heye ku em penaberên ku di du salên dawî de hatine Swêdê, bişînin dibistanên zimanê swêdî (SFI), alîkariya wan bikin ku Daîreya karî ji bo peydakirina karekî wan bişîne pratîkê û wan ji alîkariya Daîreya Karî ya du salan dide, kesên nû, bêpar nehêle.

Ji ber vê jî Daîreya Karî derdora 100 karmendên nû bigre û xizmeta xwe bidomîne.

Roj Melchert li ser vê meselê vê dibêje:

  • Pêdiviya me bi gelek asîstan û cihên kar heye. Ji ber vê jî em di nav lêgerînê de ne. Em dixwazin xizmeta xwe berfirehtir bikin.

Roj Melchert her wiha dibêje di roja îroyîn de 60.000 kesên ku xwe qeydkirine hene lê ew li bendê nek u di nav salekê de bigihîje 90.000 kesan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".