Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Ilmar Reepalu

”Divê sînor ji bo qezencên di warê refahê de bêne danîn”

Hat nû kirin tisdag 8 november 2016 kl 15.04
Hat weşandin tisdag 8 november 2016 kl 10.28
"Qezenc di warê refahê de divê bimîne"
(1:49 min)
Ilmar Reepalu
Wêne: HENRIK MONTGOMERY / TT

Îro lêkolîna taybet aa pirsên refahê tê pêşkêşkirin. Lêkolerê hikûmetê Ilmar Reepalu asta qezenca herî bilind bi 7% ji bo şirketên refahê yên prîvat pêşniyaz dike.

Rêxistin û şirketên di warê refahê de kar dikin, wekî nimûne dibistan û warê lênerîna tendirustiyê, divê xwedî xibreta têr bin da ku xizmeteke baş di van waran de pêşkêş bikin.

Diyar e ev lêkolîn beriya her tiştî berê xwe dide komşirketên mezin yên di warê refahê de kar dikin. Li gor Reepalu ew divê awayê xebata xwe biguherin eger ev pêşniyaz bi cî bibe.

-Ew di hemû waran de hene. Di warê perwerdeyê de, lênerîna pîrûkalan de û lênerîna tendirustiyê de.

Ev lêkolîna pirsên refahê ya ku îro pêşniyazan pêşkêş dike merc û şertan li ser xwedanên şirketan datînin. Ew divê têr xibret û kompetens bin da ku karibin karê xwe birêve bibin û ji bo vê yekê destûreke taybet pêwîst e.

Eger ev şirket mercên pêwîst bi cî neynin nikarin destûrê werbigirin, ew divê xwedî xibret û kompetens bin, divê xwedî sermaye bin, û zêdî 7 % qezencê ji xebata xwe ji bo xwe ranekin.

Li gor pêşniyazê dema qezenc zêde 7% be divê derbasî xebata şirketê bibe, wekî nimûne ku kar bidin karmendên bêhtir, û nekeve bêrîka xwedanên şirketan de.

Yekser piştî ku ev lêkolîn hate pêşkeşkirina pêşniyazan, ji aliyên cûda rexneyên tûj li pêşniyazê hatin kirin.

Partiyên mûxalîf, rêxistina sanayî û ticareta swêdî (Svenskt Näringsliv) û rêxistinên vî warî rexneyên xwe li dijî vê yekê diyar kirin.

Li gorî vê eger ev yek bikeve pratîkê wê şîrketên taybet ên biçûk ku nikarin qezencên mezin bikin, wê bi demê re îflas bikin.

Aliyên rexnegir destnîşan dikin ku sînorkirina qezencên refahê tê wateya têkbirina şîrketan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".