Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serma û berf di trafîkê de kaosê çêkir

Hat weşandin tisdag 8 november 2016 kl 11.59
Vê sibehê dora trafîkê gelek dirêj bû
(1:09 min)
Trafik
Barîna berfê bû sedem ku di trafîkê de dorên gelek dirêj çêbe Wêne: ADAM IHSE / TT

Polîs û ekîba rizgarkirinê (Räddningstjänst) ji ber rewşa dijwar a hewayê vê sibehê li ser rêyan fûl mesaî kirin. Gelek seyare şemitîn û ji rê derketin. Lê heta niha birîndar nîn in.

Barîna berfê û sermaya zêde ya bin sifirê bû sedema tevliheviya rêyên trafîkê. Vê sibehê dora trafîkê gelek dirêj bû.

Polîs ji ber vê ji heştan heta çarê êvarê li ser kar bû û di nav hewla xwe gihandina cihên bûyeran de bû.

Joel Brink ku operatorê navenda polîsan e dibêje:

  • Gelek seyare ji rê derketine lê gelek ji wan berî ku alîkarî bigrin xwe rizgar kirin.

Şefa operativa ekîba rizgarkirinê ya Södertörnsê Mari Olsén diyar dike ku ji xeynî ji rê derketina seyareyan gelek jî qelibîne.

  • Vê sibehê saet di çar û nîvan de kamyonekî li ser rêya Södertäljeyê qelibî bû. Tirsa me ew bû ku rizgarkirina wê gelek dirêj bajo lê piştî saetekê me karê xwe kir û em ji cihê bûyerê çûn.
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".