Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Evin Çetin:

"Ev hilbijartin ji bo tevahiya cîhanê tarîxî ye!"

Hat weşandin tisdag 8 november 2016 kl 16.40
Ji bo wergirtina tecrûbeyê sosyaldemokrat çûne Amerîka.
(4:01 min)
Socialdemokrater som gör segertecken, Hillary Clinton, Donald Trump
Ji Swêdê nêzîkê 30 siyasetvanên Sosyaldemokrat ji ber hilbijartinê çûne Amerika. Wêne: Privat och TT.

Sibê gereke diyar bibe bê navê serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump an Hillary Clinton e. Evin Çetin yek ji wan kesên ji Swêdê ye ku bi munasebeta hilbijartinê çûye Amerîka.

Di dema hilbijartinên Amerîka de seferên ji bo Amerika jî zêde dibin. Li gor şîrketa seyahetan Ticket hejmara kesên ku îsal di destpêka mijdarê de çûne Amerika ji %45 ji par vî çaxî zêdetir e. Û li gor berpirsên Ticket sedem hilbijartina Amerîkayê ye. 

Ji ber ku di vê dema hilbijartinê de gelek alîgirên hem Hillary Clinton hem jî Donald Trump çûne Amerika da ku hem desteka xwe nîşan bidin, hem jî tecrûbeyan ji wira wergirin.

Siyasetvana Sosyaldemokrat Evin Çetin ku alîgireke Hillary Clinton e yek ji wan kesan e ku di vê dema hilbijartinê çûye Amerîka.

Evin Çetin radigihîne ku ji sosyaldemokratên Swêdê nêzîkê sî kesî çûne wira da ku metodan fêr bibin û tecrûbeyan wergirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".