Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li ser rêya E4 kamyon qelipîn

Hat weşandin onsdag 9 november 2016 kl 09.30
Ji ber barîna zêde ya berfê trafîk serobin bûye
(1:08 min)
Lastbill hatat
Ji ber berfa zêde li ser rêyan gelek qeza rûdidin Wêne: Johan Nilsson / TT

Li Swêdê barîna berfê dewam dike. Berf li ser rêyan qeşayê çêkir û dibe sebaba gelek qezayên trafîkê. Li ser rêya Nyköpingê du kamyon qelipîn.

Li Swêdê barîna berfê dewam dike. Berf li ser rêyan qeşayê çêkir û sebaba gelek qezayên trafîkê. Li ser rêya Nyköpingê du kamyon qelipîn.

Li ser rêya E4 yâ Nyköpingê du kamyon ji ber berf û qeşayê şemitîn. Piştî şemitînê her du kamyon qelipîn û rê li trafîkê hate girtin.

Li gorî rayedarek polîsan demên xebatên rizgarkirinê dikare bi saetan bajo.

Hate ragihandin ku li ser rêya Katrineholmê jî kamyonekî ji ber şemitînê qelipiye.

Ragihênerê çapemeniyê yê Dezgeha Trafîkê (Trafikverkets) Denny Josefsson dibêje:

  • Ji başûr heta bakûrê welêt gelek berf bariye. Gelek agahiyên qezayên trafîkê tên ber destên me. Lê tiştê baş ew e ku di qezayan de ti mirî û birîndar nîn in.
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".