Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi Trump Amerîka wê ber bi ku ve biçe?

Hat weşandin torsdag 10 november 2016 kl 00.50
Ahmedî: Pêwistiya Amerîka bi kurdan heye.
(6:14 min)
Donald Trump, Idris Ahmedi
Idrîs Ahmedî siyaseta derve ya Amerîka dinirxîne. Wêne: Jim Cole, Besir Kavak

Bi serokatiya Trump di siyaseta Amerîka ya derve de wê tu guhertinên mezin rû nedin, lê ew ê tesîrê li rastgirên Ewrûpa bike. Ev gotinên pisporê siyaseta derve yê Amerîka Idrîs Ahmedî ne.

Berovajî piraniya lêkolîn û texmînan serkeftiyê hilbijartina Amerika bû nûnerê komarparêzan Donald Trump. 

Wêneyê Trump ê ku li derve tê dîtin ew ku ew mirovekî li dijî jinan, dijî xerîban, dijî sistbûna sînoran, mirovekî homofob e. Di raya giştî ya Swêd û Ewrûpa de meyldariyeke xurt ji bo Hillary Clinton dihate dîtin.

Lewra bi serkeftina Trump re piraniya siyasetvanên Ewrûpa û Swêdê matmayî mane.

Idrîs Ahmedî ku siyasetnasê Zanîngeha Parastinê (Försvarshögskolan) e xeta siyasî ya Trump weke siyaseta populîst bi nav dike, lê dibêje ev herwiha bûye yek ji sebebên serkeftina wî jî.

Bi diyarbûna serkefina Trump re borsayên mezin ên cîhanê daketin, endîşeyek belav bû û serokên Ewrûpa daxuyaniyên pir bi dîqet belav kirin.

Ahmedî dibêje ji bo Swêd û Ewrûpa bi giştî çend fikarên sereke hene.

Ev fikar jî bazirganiya navdewletî ye, pirsa jîngehê ye û ji ber ku Amerîka serkêşiya NATO dike siyaseta parastinê ye. Di van mijaran de Ahmedî nebawere ku tu guhertinên mezin pêk werin. Ew dibêje Amerîka di bin serokatiya Trump de jî kêm zêde wê li gor siyaseta berê tevbigere û rêzê ji peymanên îmza kirî re bigre. 

Lê Ahmedî dibêje, meseleyeke din heye ku dikare serê hin dewletên ewrûpî bêşîne. Li gelek dewletên Ewrûpa partiyên rastgir ên populist hene ku bi serketina Trump re dikarin xurttir bibin.

Di cîhanê de navenda herî germ û aloz vêga Rojhilata Navîn e, Kurdistan û cîranên wê ne. Amerîka weke dewleta herî xurt ya dinyayê li herêmê çalak e. Di şerê li hemberî Daişê de hem li başûr hem jî li rojavayê Kurdistanê piştgiriya hêzên kurd dike.

Derbarê kurdan de di daxuyaniyên xwe de heta niha Trump hin daxuyaniyên ku hev nagirin dane. 

Weke nimûne di 2015 de wî gotibû ”Ji bo ku Sedam Huseyin piçek gaz bi kar anî, xelk dîn bûn gotin ew gazê tavêje”. Heta ji ber vê axavtina wî waliyê Helebçê xwestibû Trump izrê xwe bixwaze.

Di daxuyaniyeke din de wî kurd û rêxistina îranî Quds tevlîhev dikir. 

Lê di axavtinên wî yên vê dawiyê de bêhtir bi erênî behsa kurdan kiriye. Weke nimûne wî çend caran gotiye ew heyranê kurdan e, kurd hevkarên Amerîka yên herî baş in, şervanên jêhatî ne û gereke Amerîka wan ”bi kar bîne”.

Ji ber rewşa jeopolîtîk ya li herêmê tevgerên kurd hem li başûr hem jî li rojavayê Kurdistanê xwe muhtacên piştgiriya Amerîkayê dibînin. 

Idrîs Ahmedî lêkolîna xwe ya doktorayê li ser siyaseta Amerîka ya beramber Iraq û Iranê nivîsiye û li gor wî Trump di siyaseta beramberî Kurdistanê de wê heman stratejiya Obama bimeşîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".