Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Bafel Ahmed:

”PYD berpirsê girtina birayê min e”

Hat weşandin torsdag 10 november 2016 kl 09.56
”Li rojava kes ji ber nerînên xwe yên siyasî nayê girtin”
(10 min)
Bafel Ahmed û hevserokê PYD, Salih Muslim.

Birayê wî beriya sê mehan ji aliyê asayişê li Qamişlo ve hate girtin û ji wê demê de nizanin çi bi wî hatiye yan li ku derê ye. Bafel Ahmed PYD sûcdar dike lê hevserokê PYD, Salih Muslim, dibêje me li rojava girtiyên siyasî tune ne.

Bafel Ahmed li gel kurdên din girtina siyasetmedar û çalakvanên siyasî li rojavayê Kuridstanê di xwepêşandanekê li meydana Sergelê de şermezar kirina û PYD bi van bûyeran gunehbarkirin.

Ji 15 meha heştan de Bafel û malbata wî nizanin bê çi bi birayê wî Alan Ahmed hatiye û li ku derê ye. Ew dibêje li gelek dezgehên asayişê lê pirsîne lê bersiveke zelal wernagirin. Ew Partiya Yekîtiya Demokratîk, PYD, bi birina û zindankirina birayê xwe tawanbar dike.

Ji ber rewşa Alan û çendîn siyasetmedar û çalakvanên ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrî, ENKS, kurd li Swêdê roja şemiyê derbasbûyî xwepêşandanek li meydana Sergelê pêkanîn. Di heman demê de xwepêşandanek ji aliyê Navenda civaka demokratîk a kurd ve li dijî girtina siyasetmedarên HDP hate li dar xistin û li wê derê şerek di navbera herdû xwepêşandên kurdan de çê bû.

Bafel Ahmed dibêje tucarî mebesta me ne acizkirin bû lê me ji zû ve planê xwe danîbû û destûr ji ba polîs ji bo vê rojê wergirtibû. Ew herweha dibêje ku wekî ew li ser birayê xwe acize her li ser girtiina siyasetmedarên HDPê jî aciz e û ku ev yeka di xwepêşandanê de jî şermezar kirin.

Hevserokê PYD, Salih Muslim yê di van rojan de li Swêdê ye di hevpeyvînekê bi beşê kurdî yê Radyoya Swêdê û hevkara min Nîştîman Îrandost re bersiva pirsên Bafel Ahmed da derbarê rewsha birayê wî û nerîna xwe got derbarê ku li Stockholmê bi xwe kurd derketibûn xwepêşandanê û PYD bi girtina siyasetmedarên muxalefetê li rojavayê Kurdistanê tawanbar kirin.

Muslim dibêje ew 20 kesên derketibûn heman gotinên Erdogan ku derbarê PYD dibêje digot. Li Rojavayê Kurdistanê tu kes ji ber nerînên xwe yê siyasî nayê zindankirin. û derbarê rewşa Alan Ahmed jî soz da ku wê lê bipirsin.

Lê birayê wî Bafel Ahmed her berpirsiyariya girtin û rewşa birayê xwe dixe histuyê birêvebiriya PYDê de û dibêje ku ew hêviyên xew wenda nakin û her wê lê bipirsin ta ciyê wî û rewşa wî nas bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".