Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Stockholm di bin tesîra berfê de ye

Hat weşandin torsdag 10 november 2016 kl 10.52
Li Stockholmê 39 cm berf.
(2:01 min)
Snö
1 av 2
Stockholm bi temamî di bin berfê de maye Wêne: Lars Schröder/TT
Snökaos
2 av 2

Doh li Stockholmê 39 santîmetre berf hate pîvan. Ev ji bo berfa ku di meha yazdehan de dibare rekoreke nû ye. Berî niha rekor 29 santîmetre bû ku salên 1985 û 2004an hatibû pîvan.

Berf li Stockholmê di trafîkê de problemên mezin diderêne û polîs radigihîne ku eger ne mecbûrî be bi erebeyan nekevine rê.

Li gor Daîreya Trafîkê rewşa trafîkê li Stockholmê hê jî bi awayekî extrêm xerab e. Lena Karlsson agahdara çapemeniyê ya Daîreya Trafîkê dibêje mirovan erebeyên de di rê de hiştine û çûne.

Lena Karlsson dibêje em hewl didin van erebyan ji rê derxin da ku em karibin berfê paqij bikin. Gelek ji xetên trafîkê yên li Stockholmê û li derdora wê girtî ne û ev dike ku erebe rêzên dirêj çê dikin.

Lena Karlsson dibêje serê sibehê di aliyê ber bi bakûr ê Essingeledenê de, Kymlingelänken, E4 li aliyê Vårby backe û li ser rêya 73 problemên mezin têne dîtin.

Ew diyar dike ku ew hê nizanin ka rêyên derdora Stockholmê dê kengî vegerine ser rewşa normal, lê ji bo vê çi ji destê wan tê ew dikin.

Herwiha trafîka kollektîv tesîrê ji berfê dibîne. Bi taybetî otobûs. Di xetên metro û trênên banliyoyan de jî hin problem û derengî tê dîtin. Hin ji seferên trênên banliyoyê bi temamî hatine betal kirin û hin jî bi derengî dikevin.

Berfa ku doh li ser Svealandê bû îro ber bi başûrê Norrlandê ve diçe, lê mîqdara ku dê li wir bibare ne weke ya li Svealandê ye. Gävleborg, Västernorrland û Jämtland dê tesîrê ji berfê bibînin û peyre tê texmîn kirin ku ev ê ber bi Västerbottenê ve here.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".