Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Alîkariya psîkolojîk ji penxwazan re lazim e

Hat weşandin torsdag 10 november 2016 kl 14.11
"Em êdî bûyerên xerab weke rûtînî dibînin "
(2:27 min)
penaxwazeke temsîlî
penaxwazeke temsîlî. Wêne: ADAM IHSE / TT

Ji sê behr penaberên ji Sûrî behrek dibin tesîra problemên depresyon an jî poşmaniyê de ne. Ji sê behran behrek jî sendroma stresa posttrawmatîk nîşan didin.

Raporeke ku Xaça Sor çê kiriye  vê nîşan dide û bêje hemû penaberên ku ji Sûrî tên diyar dikin ku ew li Sûrî an jî di rêya bazdanê de bi awayekî bi bûyerên trawmatîk re rû bi rû mane. Zêdeyî ji sedî 30 jî diyar dikin ku wan îşkence dîtiye.

Mihemed û Mîdya beriya salekê ji Kobanî hatine Swêdê. Mohammed dibêje bûyerên ku li wir diqewimin hê jî tesîrê li me dikin.

Li gor Doktorên Bêsînor divê alîkariya psîkolojîk a ji bo penaxwazan li Swêdê were pêşve birin û wan bi vê armanca li bajarê Götene dest bi projeyekê kirine. Ew dixwazin nîşan bidin ku pêdiviya gelek penaxwazan bi alîkariya psîkolojîk heye.

Jenny Gustafsson koordînatora projeyê ye. Ew dibêje ev nayê wê maneyê ku ev kes ji aliyê psîkolojîk ve nexweş in. Reaksiyonên ku ew ji ber bûyerên nenormal nîşan didin normal in.

Ew diyar dike ku di şer de mirov bi bûyerên nenormal re rû bi rû dimîne û normal e ku ev tesîrên xerab li mirov bike.

Mihemedê 28 salî yê ji Kobanî dibêje hê jî dema em xeberên xerab dibihîzin ev tesîrê li me dike. Lê ti ji destê me nayê.

Doktorên Bêsînor li Götene bi penaberan re diaxivin û eger lazim be terapiyê didine wan an jî wan dişînine cem doktorê ku ji wan re lazim e. Ev projeya li Götene îstisnayek e û di rewşên normal de penaxwaz ti alîkariya psîkolojîk nastînin.

Pîreka Mihemed Mîdya dibêje ku alîkariyeke pispor hebe helbet dê baş be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".