Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêkarî kêm dibe, lê bêkarên demdirêj zêde dibin

Hat weşandin fredag 11 november 2016 kl 09.48
”Sedem kesên ku nû mafê rûniştinê distînin e.”
(1:29 min)
En skylt på en arbetsförmedling.
Wêne: Jessica Gow/TT

Dawiya meha 9an 361 000 kes weke bêşixul qeydkirî bûn. Li goragahiya ku Daîreya Karî dide ev ji sala buhurî bi 11 000 kêmtir e.

Di heman demê de hejmara kesên ku demeke dirêj bêkar in bi 2 000anzêde bûye. Ji 10 kesên bêkar 4 kes ji salekê zêdetir bêkar mane.

Annika Sundén li Daîreya Karî midûra analîzê ye. Ew dibêje sedemazêdebûna bêkariya demdirêj kesên ku nûhatine Swêdê ye.

Sundén dibêje penaberên ku mafê rûniştinê standine tên xwe liDaîreya Karî qeyd dikin û sedema zêdebûna bêkarên demdirêj ev e.

Sundén herwiha diyar dike ku ev ê barê Daîreya Karî zêde bike, lê di heman demê ev koma bêkaran ji bo bazara karî ya Swêdê derfetek e ji ber ku gelek kesên kompetent di vê koma bêkaran de hene.

  • Bazara karî ya Swêdê di rewşeke baş de ye, gelek kar hene. Lê divê perwerdehiya mirov ji bo van karan hebe, perwedehiya lîseyê yan jî zêdetir. Nîvê kesên ku têne Swêdê bêyî perwerdehiya lîseyê ne, loma bihêzkirina kompetensa van kesan gelekî girîng e ji bo ku ew karibin kar peyda bikin û feydeyê bidine ekonomiya Swêdê, radigihîne Sundén. 
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".