Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kontrola sînoran 3 mehan tê dirêj kirin

Hat weşandin fredag 11 november 2016 kl 11.05
Ygeman: Ji ber ku tehdîda ser ewlehiya navxweyî berdewam dike.
(2:13 min)
Wêneyê Anders Ygeman û kontrola polîs li ber trênê.
Wezîrê karûbarên navxweyî Anders Ygeman û polîsên ku di trênê de kontrolê dikin. Wêne: Johan Nilsson / TT

Swêd kontrola ser sînorê Danîmarkayê 3 mehan dirêj dike. Wezîrê karûbarên navxweyî Anders Ygeman ev vê sibehê eşkere kir.

Dihate texmîn kirin ku Swêdê dê bi civîneke hikûmetê ev biryar piştî civîna wêzîrên bazirganiyê yên welatên Yekîtiya Ewropayê ku li Brukselê tê li dar xistin eşkere bikira. Lê wezîrê karûbarên navxweyî Anders Ygeman ev berî encamên civînan eşkere kir.

Siba dibe salek ku Swêdê li ser sînorên Danîmarkayê dest bi kontrola nasnameyan kir. Sedem pêla mezin a penaberan bû û hikûmetê diyar kiribû ku ewlehiya navxweyî ya welêt di tehlûkeyê de ye, loma divê kontrol hebe ka kî dikeve welêt.

Îro li dora saet 10:30an dema wezîrê karûbarên navxweyî Anders Ygeman biryar eşkere kir wî heman tişt weke sedem diyar kir, ango tehdîda li ser ewlehiya navxweyî.

Li gor pisporan hikûmet hê jî rîskeke pêlên mezin ên penaberan dibîne. Eger peyama di navbera YE û Tirkiyeyê betal bibe heye hejmara penaberan dîsa zêde bibe û di heman demê de Swêd dixwaze hay jê hebe da ku ti terorîst nayêne Swêdê.

Berî heftiyekê hikûmetê kontrolên di trên, keştî û otobûsan de dirêj kiribû û vêga bi tevahî herkesên ku dixwazin bikevine Swêdê dê werine kontrol kirin.

Ev herwiha tê wê maneyê ku kesên ku di navbera Swêd û Danîmarkayê de ji bo kar herroj diçin û tên ji ber kontrola nasnameyan tesîrê dibînin û ev acizî û nearamiyeke mezin di nav van karkeran de derdixe holê. Ygeman herwiha diyar kir ki ew dixwazin ji bo van karkeran rewşê baştir bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".