Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm nûhatî xwendinê berdewam dikin

Hat weşandin måndag 14 november 2016 kl 09.10
Alîkariya destpêka xwendinê têne danîn
(2:38 min)
Wezîra bazara karî Ylva Johansson.
Wêne: Claudio Bresciani/TT

Tenê ji %5 penaberên nûhatî ku perwerdeya zimên ya destpêkê temam dikin paşê xwendinê dewam dikin. Ji bo ku bêhtir kes serî li xwendinê bidin hikûmet hin îmkanan dixe dewrê.

-Ev ji me re piçekî ecêb e ji ber em zanin perwerde çend giring e ji bo ku ew kesa derbasî bazara karî bibe. Wezîra bazara karî Yla Johansson berdewam dike û dibêje di heman demê de me gelek karên betal hene lê ji bo wergirtina wan perwerdeyên karî lazim in.

Sîstem bi vî awayî ye, gava penaxwazek mafê rûniştinê, ango îqameyê werdigire ew derbasî qonaxa ”etablerîng”, ango bingehdanîn û xwe xwedankirinê, dibe. Ew jî du salan dirêj dike û di wê demê de ew kesa alîkariya aborî ya dewletî werdigire û herweha planeke ji bo xwendin û karî jî.

Daîreya karî, Arbetsförmedlingen, li grûpa penaxwazên nûhatî yên qonaxa bingehdanînê di vê salê temam kirine nerîye.

Ev lêhûrnerîn diyar kir ku %52 beşdarî programên siyaseta bazara karî ne, %27 kar dikin ew jî bêhtir mêr in û ew kar jî girêdayî alîkariya dewletî ne.

Lê tenê %5 diçin dibistanê, lîseyê,”gymnasium, yan zanîngeh û unîversîteyê. Herçend ku nîvê hejmara penaxwazên nûhatî gymnasium li welatê xwe temam nekirine.

Ji bo ku bêhtir penaber xwendina xwe berdewam bikin nuha hikûmet di buceya xwe ya payizê de alîkariyeke nû daniye ya wê ji meha heftan ya sala bê de destpê bike. Alîkariya destpêka xwendinê navê wê ye û wê 9000 kron di mehê de bide dora 15000 kesî yên dixwazin xwendina xwe berdewam bikin.

Ev alîkariya nû wê ji bo hikûmetê bi milyar kronî be.

Elisabeth Svantesson ji partiya Moderatan bi erênî li vê tedbîrê dinere lê dibêje ku gerek bi vê alîkariyê re şertên mezintir li ser van kesan bêne danîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".