Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jêpirsîna Julian Assange dest pê kir

Hat weşandin måndag 14 november 2016 kl 11.37
îfadekirina Assange kare sê rojan dirêj bike
(0:56 min)
Julian Assange
Wêne: Kirsty Wigglesworth

Piştî şeş salan avakarê Wikileaks Julian Assange wê têkeve jêpirsînê de, ango îfade kirin, derbarê gunehbarkirinên destdirêjiya cinsî yên hember wî ku li Swêdê rûdane.

Pêvajoya jêpirsîna bi Assange re kare ta sê rojan dirêj bike. Wê jêpirsîn li balyozxaneya Ekwadorê li Londonê bêne kirin ji aliyê dozgerekî ekwadorî û bi amadebûna dozgerekî swêdî û polîs jî.

Assange ji 2012 de li balyozxaneya Ekwador li Londonê parastî ye. Doza Assange ya herî binavûdeng e di van salên dawî de li Swêdê.

Ew di 2010 de bi gumana acizkirina cinsî, mecbûrkirin û destdirêjiya cinsî hate girtin. Lê beriya îfadekirina wî ew ji Swêdê derket û ji wê demê de hewildana qanûnî ji bo îfadekirina wî berdewam e. Di hindirê van salên derbasbûyî de çendîn gunhebarkirinên hember wî giheştine kevin û demmirî bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".