Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm kes dixwazin xaniyên xwe bikirê bidin penaberan

Hat weşandin tisdag 15 november 2016 kl 12.11
70 kes deng ji xwe anîne
(1:52 min)
kesên prîvat karin xaniyên xwe bikirê bidin penaberan.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Di van rojan de birêvebiriya şaredariya Stockholmê plan dike ku peymanê bi kesên prîvat re girê bide yên dixwazin xaniyên xwe bikirê bidin penaberên nûhatî. Herçend ku pêwîstiya van ciyan heye her tenê 70 kes deng ji xwe anîne.

Şefa beşî li birêvebiriya pirsên civakî, Karin Bergsman, berpirsa beşê bikirêdana prîvat e: 

-Em gelekî razî ne bi bersivên giheştine me û nameyên daxwaza kirêdanê.

Li gor pêşbîniyan wê beşek ji wan 6000 kes ku mafê rûniştinê, ango îqame, wergirtine û ta nuha bê ciyê manê ne, wê li Stockholmê derfeta kirêkirina ji kesekî prîvat werbigirin.

Karin Bergsman dibêje di halê hazir de şaredariya Stockholm xanî tune ne ji bo hemû kesên vê salê û sala bê îqame wergirtine re.

-Em li çareseryan digerin di şirketên şaredariyê bi xwe de, şîrketên prîvat, ciyên demkî, îca em bi awayekî berfireh ji bo vê pirsê kar dikin û beşê bikirêdana prîvat tenê beşek e ji wê.

Ta nuha dora 70 kes deng ji xwe anîne û ji nuha şaredarî van xaniyan li gor penaberan li hev tîne. Kare odeyek be yan jî temamê vîleyekê û li hemû deverên Stockholmê ne.

Li gor Karin Bergsman ev kare ji bo entegrasyonê ango tevlîbûna civakî jî baş be. Wekî nimûne dema penaberek di malekê de cî bigire û bi wan re têkeve têkêliyê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".