Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dayika Asli Erdogan hatiye xelata keça xwe

Hat weşandin tisdag 15 november 2016 kl 15.49
Aydoslu: Doza li hember keça min siyasî ye, loma ez bifikar im.
(3:54 min)
Mine Aydoslu är i Sverige för att ta emot sitt dotters Tucholskypris.
Bi tohmeta ku PKKyî ye cezayê muebed zindanê ji Asli Erdogan re tê xwestin. Dayika wê hatiye wergirtina xelata wê. Wêne: Nishtiman Irandoust, Ugur Bektas/Svenska PEN

PENa Swêdê îro êvarê xelata Tucholsky dide Asli Erdogan. Lê ji ber ku Erdogan bi xwe di zindanê de ye dayika wê Mine Aydoslu hatiye wergirtina xelatê.

– Ez bi keça xwe serbilind im û kêfxweş im ku ew layiqî xelatê hatiye dîtin, lê di heman demê de xemgîn im ku wê bi xwe nikarîbû were. Hestên wê jî bi vî rengî ne û tenê ji ber ku ew rastiyan dinivîse doz lê hatine vekirin.

Asli Erdogan weke yek ji nivîskarên herî serkeftî yên îro tê dîtin. Swêdî jî di nav de romanên wê bi dehan zimanên biyanî hatine wergerandin. Erdogan di ber nivîskariya xwe re herwiha şêwirmend û qunciknivîsa rojnameya Özgur Gundemê bû. Îsal di nîvê meha tebaxê de polîs bi tohmeta ku alîkariyê didine PKK avêtibû ser avahiya rojnameyê, Erdogan digel bi dehan karmendên din yên rojnameyê girtibû û dozgerê Tirkî niha bi tohmeta ku ew girêdayî ”rêxistineke çekdar ya terorê ye” cezayê muebed zindanê ji Asli Erdogan re dixwaze. 

Li derveyî Tirkiyê nêrîn cuda ye. Asli Erdogan pêrgî piştgiriyeke xurt ya raya giştî tê. Di îlonê de PENa Swêdê da zanîn ku ew xelata Tucholsky didine wê. Seroka Komîteya Nivîskarên Zindakirî Annika Thor derbarê Asli Erdogan de vêya dibêje:

– Ew hem nivîskareke mezin e, hem jî keseke pir bi cesaret e ku li hember bindestî û binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyê radiweste.

Endamê PENA Navneteweyî Eugene Schoulgin ku bi salan li Tirkiyê jiyaye balê dikişîne zextên li hemberî her kesê ku ne di fikiriê desthilatdariya îro ya Tirkî de ye û ew bi fikar e ku rewş dijwartir bibe.

– Li Tirkiyê mafê xweîfadekirinê nîne. Bêyî ku sebebek cidî hebe kesek dikare ji çav bikeve û gava mirov ji çav ket her tişt dikare were serê mirovan. Rewş pir tarî ye û dikare xerabtir jî bibe. Tirsa min ew e ku ev bêqanûnî bibe tiştekî rêxistinî. Ya ku herî zêde min ditirsîne Erdogan û zihniyeta wî ye. Gotinên herî beredayî ew bi xwe dike. 

Diya Asli Erdogan ku wê îro êvarê xelata keça xwe wergire jî dibêje:

– Tirkî di dewraneke tarî re derbas dibe. Tu bingehekî hiqûqî li hemberî keça min nîne. Doz bi temamî siyasî ye û loma ez bifikar im.

Têbînî: Hevpeyvînên di vê raporê de ji aliyê hevkara me Niştiman Irandoust ve hatibûne kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".