Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Newroz TV doza li hember EUTELSAT qezenc kir

Hat weşandin tisdag 15 november 2016 kl 16.15
Nozhatzadeh: Em dikarin yekser dest bi weşanê bikin
(3:19 min)
Kurdiska Newroz TV:s logotyp
Newroz TV.

Gereke EUTELSAT tavilê destûrê bide Newroz TV ku jinûve dest bi weşanê bike. Her roja ku bi derengî jî bikeve gereke EUTELSAT 10 000 Euro ceza bide. Ev biryara dadgeha Fransa ye.

Di 11ê cotmehê de weşana Newroz TV ji aliyê şîrketa Fransî EUTELSAT ve hatibû rawestandin. Derbarê awayê girtinê de çend raporên berfireh me weşandibûn û nîşan dabû ku li ser daxwaza Tirkiyê weşan hatine rawestandin.

Lê duh Dadgeha Bazirganî ya Fransayê ku li doza rawestandinê meyizandiye biryar da ku gereke EUTELSAT tavilê destûrê bide Newroz TV ku jinûve dest bi weşanê bike. Her roja ku bi derengî jî bikeve gereke EUTELSAT 10 000 Euro ceza bide.

Berpirsê giştî yê Newroz TV Farûq Nozhatzadeh dibêje ji ber biryarê ew gelek kêfxweş in û eger mecal hebe ew dikarin yekser dest bi weşanên ser Hotbirdê cardin bikin.

Hevkarê me Şaho Mwany bi Nozhatzadeh re axivî.

Ji bo guhdariya hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".