Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd saleke din jî nobedariya Deryaya Spî dike

Hat weşandin onsdag 16 november 2016 kl 09.51
Ygeman: Swêd jiyana penaberan xelas dike.
(2:14 min)
Migranter i havet vid räddningsoperationen utanför Libyens kust.
Wêne: Andreas Solaro/AFP

Swêd dema alîkariya xwe ya çavdêrîkirina sînorên Yekîkiya Ewropayê yên li ser Deryaya Spî salekê  dirêj dike.

Wezîrê karûbarên navxweyî Anders Ygeman  dibêje Swêd dikare bi karê xwe yê li Deryaya Spî jiyana penaberan biparêze. Loma em karê Swêdê yê li wir dirêj dikin.

Wezîfeya Swêdê ya çavdêrîkirina peravên Ewropayê ku bi Rêxistina çavdêrîkirina sînoran a ewropî Frontexê re li Deryaya Spî tê meşandin dawiya meha 4an bi dawî dibe. Lê vêga Anders Ygeman diyar dike ku hikûmet dê vê wezîfeyê salekê dirêj bike.

Anders Ygeman herwiha radigihîne ku ev tê wê maneyê ku Swêd ê karê xelaskirina jiyana penaberan a li ser Deryaya Spî berdewam bike.

Ygeman dibêje ev çavdêrîkirina sînoran e, lê bi xêra vê çavdêrîkirinê heta niha jiyana 10 000 penaberan hatiye xelas kirin.

Di heman demê de bi peyama Yekîtiya Ewropayê ya bi Tirkiyeyê re hejmara penaberên ku bi botên plastîk ser Deryaya Spî re têne Ewropayê bi awayekî mezin kêm bûye. Loma hêza swêdî ya li Deryaya Spî bi piranî karê kontrola sînoran dimeşîne.

Ygeman dibêje hê zû ye ew bêje ka hêza swêdî dê di nava vê sala nû de çi karî bike.

Ew dibêje ev bi daxwaza Frontexê ve girêdayî ye. Heta niha Swêd bi keştiyeke mezin, gelek botên biçûk û helîkoptereke polîsan wezîfe meşandiye û heye ev sala bê jî wisa berdewam bike.

Ew dibêje ev karekî girîng e, lê ji bo mirov jiyana xwe nexina tehlûkeyê û bi wesayitên şikestbar ser Deryaya Spî re bi rê nekevin divê xebatên zêdetir werine meşandin.

Biryara dirêjkirina wezîfeya Swêdê ya li ser Deryaya Spî siba roja pêncşemê bi awayekî resmî tê qebûl kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".