Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nexweşiya derûnî dikare sedema beşdarbûna Daişê be

Hat weşandin onsdag 16 november 2016 kl 13.25
”Psîkiyatrî dikare roleke girîng bilîze.”
(2:33 min)
Islamiska staten, radikalisering
Wêne: Erik Nylander/TT och TT.

Divê psîkiyatrî di karê berlêgir ê li dijî ekstrêmîzma şidetxwaz de baştir bibe. Ev daxwaza Hillevi Engström e ku koordînatora neteweyî ya li dijî ekstrêmîzma şidetxwaz e.

Yek ji çendek miayenexaneyên ku karê berlêgir li dijî ekstrêmîzma şidetxwaz dimeşîne Järvapsykiatrin a li Rinkebyê ye. Midûra wir Helena Persson dibêje karê ku ew dikarin bikin peydakirina kesên bi kêşeyên derûnî ye ku rîska wan a kişandina nav komên radîkal heye.

Persson dibêje hem komên radîkal ên dînî hem jî yên siyasî yên rast û çep dikarin ji bo kesên bi kêşeyên derûnî bibine rîsk.

Van salên dawîn çendek kes ji ber rîska radîkalbûnê ji aliyê Järvapsikiatrinê ve hatine wergirtin. Ji ber ku van kesan Daiş jî di nav de meyleke pozîtîv ji bo komên radîkal nîşan dane û gotine ew dixwazin bigihine wan.  

Di rapora ku koordînatoriya neteweyî ya li dijî ekstrêmîzma şidetxwaz çê kiriye de tê diyar kirin ku hem li Swêdê hem jî li welatên din nexweşiya derûnî dikare sedema beşdarbûna komên radîkal ên weke Daişê be.

Lê li Swêdê ti xebatên berbiçav ên psîkiyatriyê ku li ser ekstrêmîzma şidetxwaz hûr dibe nayêne dîtin. Yassin Ekdahl sekreterê komîteyê yê koordînatoriya neteweyî ya li dijî ekstrêmîzma şidetxwaz dibêje ev kêmasiyeke psîkiyatriyê ye û roleke mezin a psîkiyatriyê di xebatên berlêgir de heye.

Yassin Ekdahl dibêje ne ji bo îdeologên van koman ên dijwar, lê ji bo kesên ji aliyê derûnî ve nexweş, berî ew bi kevine nav lepên van koman ferq kirina wan gelekî girîng e. 

Li gor Ekdahl divê hem perwedehiya li ser vê mijarê hem jî organîzekirin baştir bibe da ku psîkiyatrî di rewşên wiha de karibin ber li beşdarbûna van koman bigirin û di rewşên pêwîst de hevkariya polîs bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".