Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêşniyaza hikûmetê ya wekheviyê amade ye

Hat weşandin onsdag 16 november 2016 kl 15.24
Daîreyek ji bo hemû xebatên wekheviyê.
(2:47 min)
Zozan Încî, seroka Roksê, pêşniyazên nû baş dibîne.
Zozan Încî, seroka Roksê, pêşniyazên nû baş dibîne. Wêne: Sveriges Radio

Hikûmet stratejiyeke nû ji bo wekheviya jin û mêran pêşkêş dike. Di pêşniyazê de du xal serî dikişînin. Yek jê şideta zilaman a li ser jinan e û ya din wekheviya ekonomîk a jin û mêran e.

Hikûmet stratejiyeke nû ji bo wekheviya jin û mêran pêşkêş dike. Di pêşniyazê de du xal serî dikişînin. Yek jê şideta zilaman a li ser jinan e û ya din wekheviya ekonomîk a jin û mêran e.

Hikûmet bi vê pêşniyazê bi giştî 4 hedefan dideyne ber xwe; jiholêrakirina şideta mêran a li ser jinan, wekheviya hêza jin û mêran, wekheviya meaşan û wekheviya karê lênêrîna zarokan û malê.

Herwiha zêdekirina xebatên li dijî şideta namûsê tê pêşniyaz kirin. Li gor vê desteka ekonomîk a ji bo rêxistinên ku li dijî şideta namûsê dixebitin tê zêde kirin û qeydeke neteweyî ji bo şideta namûsê tê çê kirin. Bi tevahî 900 milyon kron ji bo vê tê veqetandin.

Hikûmet herwiha dixwaze meaşên jin û mêran weke hev bike û ji bo vê planeke xebatê amade dike da ku bi zora siyasî vê pêk bîne.

Zozan Încî seroka rêxistina neteweyî ya xizmeta bilez ji bo jin û keçan, ku weke Roks, tê nas kirin pêşniyazan bi kêfxweşî pêşwazî dike.

Hikûmet hedef dike şideta zilam a li ser jinan bi temamî ji holê rake. Zozan Încî dibêje ev realîstîk e, lê demeke dirêj jê re lazim e.

Zozan Încî herwiha zêdekirina desteka pereyî ya dewletê jî ji bo xebatên rêxistinên weke ya wan gelekî girîng dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".