Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Du birayê êzîdî li du aliyên şerî

Hat weşandin onsdag 16 november 2016 kl 15.52
"Ew ne terorîst e ew birayê min e"
(8:01 min)
.
Beşîr Şemo Murad. Wêne: Prîvat.

Beşîr Şemo Murad ji Şingalê nuha li bereya şerî ye, wî beriya du salan dest ji Swêdê berda û tevlî hêza Pêşmergeyan bû. Daiş heft kes ji malbata wî bir û piştî du salan wêneyê birayê xwe li ser internetê dît, lê wekî terorîstekî Daiş.

Ev mehek derbas bûye li ser êrîşa ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destê rêxistina terorîstî ya Dewleta Islamî, Daiş, û hîna jî şer berdewam e. 

Beşîr Şemo Murad nuha li beriya şerî ye. Di 2014 de Daiş heft kes ji malbata wî bir û piştî du salan wêneyê birayê xwe li ser internetê dît, lê wekî terorîstekî Daiş.

Di vî wêneyî de mirov zilamekî westiyayî dibîne. Porê wî ta milî dirêj e, qemîsê wî yê gewir ji peşkên xwînê û tozê pîş bûye, herdu destên wî li pişt wî girêdayî ne û spartî dîwarekî ye. Serûçavê wî birîndar e lê awirê wî tûj e û mirov baş dibîne.

Ev yek ji gelek wêneyên girtiyên Daiş e di destê hêzên îraqî de yên ew bi serbilindî li ser medyayên cuda belav dikin.

Lê Beşîr dibêje ev zilam ne terorîstekî Daiş e ev birayê min e.

Ew li gel şeş mêrên din ji malbatê di êrîşa li ser Şingalê di 2014 de ji aliyê terorîstên Daiş ve hatin girtin û ji wê demê de ta nuha Beşîr tiştekî li ser wan nizane.

Ev birayê Beşîr hate Swêdê û daxwaza mafê penaberiyê kir, wê ji Daîreya Koçê re got ku êzîdî ji ber ol û dînê xwe di xeterê de ne û ew xwe li wê derê ewle his nake lê biriyara Dezgeha koçê redkirina wî bû. Ew çar salan li Swêdê ma û pişt re wî vegerandin Şingalê.

Piştî felaketa bi serê êzîdiyan de hat, Beşîr biriyara xwe da ku şerê Daiş bike ta nemînin. Ew dibêje ku ew bi dilxweşî tevlî şer bûye û hebûna xwe li bereya şerî giring dibîne.

Beşîr nuha li bereya aliyê Şingalê ye û behsa şerê giran dike û êrîşên xweteqînê ji aliyê terorîstên Daiş ve ber bi hêza pêşmergeyan ve.

Ew her hizra birayê xwe dike û hizra ku birayê mecbûr bûye li hember miletê xwe tevlî vî şerî bibe. Ew ta nuha nikarîbû bi wî birayê xwe re biaxive. Herçend ku xwe dexîlî gelek kes û dezgehan kiriye.

Di van du salan de çi bi serê birayê wî de bûye, kes nizan e. Lê pizîşka xwebexş Nemam Ghafouri ji rêxistina ”Joint help for Kurdistan” ya bi penaberên êzîdî re kar kiriye di van du salên dawî de tekîd dike ku êzîdî di vî şerî de hatine bikaranîn û ji aliyê Daiş ve mecbûrî şerî bûne.

Li gor Nemam Ghafouri du caran tade li êzîdiyan bûye, pêşî dema Daiş êrîşî ser wan kir û nuha dema êsîrên êzîdî wekî terorîstan ji aliyê hêzên îraqî ve têne girtin.

Wekî wê bi xwe dîtiye li Kurdistanê û di nav êzîdiyan de bihîstiye ku wiqas êsîrên êzîdî di vî şerî de hatine bikaranîn ku nuha ew daxwaza testên DNA yên girtiyên di destê hêzên îraqî de û ew yên hatine kuştin dikin.

Ew her bi hêvî ne ku merivên xwe di nav wan de peyda bikin.

Wekî ta nuha diyar e, birayê Beşîr hîna di destê hêzên îraqî de ye û nizane bê wê çi jê bikin. Lê Beşîr bi xwe hêviyên xwe wenda nekiriye û dibêje ku wê her li birayê xwe bipirse ta wî serbest berde û wî li hevjîna wî û her pênc zarokên wî vegerîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".