Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rojnameger bi qaçaxiya mirovan tê dadgeh kirin

Hat weşandin torsdag 17 november 2016 kl 09.55
"Ez ne poşman im."
(1:15 min)
Fredrik Önnevall
Arkivbild. Wêne: Emil Langvad/TT, Carl-Johan Söder/SVT

Peyamnêrê Televîzyona Swêdê Fredrik Önnevall û du hevalên xwe ji ber ku di bernameya xwe ya bi navê Fosterlandê de kurekî sûrî anîne Swêdê bi qaçaxiya mirovan têne dadgeh kirin.

Bernameya Önnevall li ser penaberan û reaksiyona ewropiyan a li ser vê ye. Ew bi taybetî li ser reaksiyonên kom û partiyên rastgir disekine. Dema Önnevall li Yûnanistanê bû wî lawikekî 15 yê ji Sûrî bi xwe re anî Swêdê û rêwîtî di bernameyê de nîşan da.

Dozgera li Malmöyê Kristina Amilson piştî pêşlêkolînê biryar daye ku Önnevall û herdu hevalên wî dê bi qaçaxiya mirovan werine dadgeh kirin.

Fredrik Önnevall dibêje pisporên hiqûqê jê re gotine ku alîkarîkirina mirovên di zorê de ne sûc e. Lê heye ew 3 mehan cezayê girtîgehê bistîne. Dîsa jî Fredrik Önnevall dibêje ew ne poşman e ku wî ev lawik bi xwe re aniye Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".